Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistana Federe de, di nava 8 mehan de herî kêm 22 kes hatin qetilkirin. Ne hikûmeta Iraqê û ne jî PDK der barê van êrişan de tu daxuyanî nedane.

Dewleta tirk di van mehên dawî de êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Federe zêde kirine. Di êrişan de ku bi hevkariya PDK’ê didomin, gelek caran jîngeh û wesayîtên sivîl dibin hedef. Her wiha li hemberî siyasetmedaran sûîqesta jî tên kirin. Di encama êrişan de tenê di 8 mehên dawî de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jî di nav de, herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.
 
Li hemberî êrişan hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistana Federe bêdeng in. Her wiha der barê qetilkirina sivîlan de hîn jî tu daxuyanî nedane. Çapemeniya PDK'ê bi gotina "endamên PKK'ê hatin bombekirin" êrişan rewa dike û herî dawî di navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de jî "peymana ewlehiyê" hat îmzekirin.
 
Hûrguliyên êrişên di 8 mehên dawî d eçêbûne wiha ne: 
 
* 18'ê Çileyê: Aktîvîst û siyasetmedara jin a ji Rojavayê Firyal Silêman li Kerkûkê ku ji bo xebatên jinan çûbû, hate qetilkirin. 
 
* 20’ê Sibatê: Çiyayê Serê yê li gundê Kafya bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) hat bombekirin. Peşmergeyên teqawîtbûyî yên bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Omer Alî (68) jiyana xwe ji dest dan. Di êrişê de kesek jî birîndar bû.
 
* 29’ê Sibatê: Wesayiteke Komîteya Şehîdan a Şengalê ji hewayê ve hedef hat girtin. Bavê 3 zarokan Sadûn Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.
 
* 29'ê Sibatê: Dr. Abdulkadîr Sabrî Toprak li bajarê Silêmaniyê li ber xwaringeha Westa Hesen di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
 
* 8'ê Adarê: Gundê Dêwke yê li ser sînorê Şêladize ya Duhokê hat bombebarankirin; Saîd Mubarek (35) û Araz Ferec (29) jiyana xwe ji dest dan. Salih Mubarek jî birîndar bû.
 
* 8’ê Adarê: Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mejdal Hasan Xelef di êrişa hewayî ya li ser Şengalê de jiyana xwe ji dest da.
 
* 2'yê Nîsanê: Di êrişa hewayî ya li nêzî Kampa Serdeşt a Çiyayê Şengalê de li wesayîtekê, 2 kes birîndar bûn.
 
* 13'ê Nîsanê: Li bajarokê Şarbajêr ê Silêmaniyê di encama bomberdimana malekê de ciwanê bi navê Muhammed Seîd jiyana xwe ji dest da.
 
* 18'ê Nîsanê: Balafirên şer li Biradostê wesayîteke sivîlan hedef girtin. Bavê 3 zarokan Serwer Hacî Kadir (46) jiyana xwe ji dest da.
 
* 23’yê Nîsanê: Ehmed Heyderî û bavê 3 zarokan Resûl Çekalî di êrişa li ser noqteyeke nêzî sînorê Îranê de jiyana xwe ji dest dan.
 
* 8'ê Tîrmehê: Wesayîta çapemeniyê ya nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê tê de bûn, rastî êrişê hat. Nûçegihanê Çira FM'ê Mîrad Mîrza Îbrahîm ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Nûçegihana Çira TV'yê Medya Hesen, xebatkarê çapemeniya azad (ajovan) Xelef Xidir û ji heman malbatê 2 kes û zarokek biçûk jî birîndar bûn.
 
* 23’yê Tebaxê: Li Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta ku rojnameger tê de bûn hedef hat girtin. Di êrişan de rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan.
 
* 3’yê Îlonê: Bedî Kemal Muhammed di êrişa li ser bejahiya navçeya Sîdekanê de jiyana xwe ji dest da.
 
* 4'ê Îlonê: Welatiyê bi navê Muzaffer Huseyîn Xidir Ewla û 2 kurên wî li Dukanê di êrişa SÎHA'yê ya li dijî wesayîtekê de jiyana xwe ji dest dan.
 
* 5'ê Îlonê: Li bajaroka Çiwarta ya navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê di êrişa SÎHA'yê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.