Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye

img

STENBOL - Hevserokê GOÇÎZDER'ê Huseyîn Kiliç û parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk diyar kirin ku biryara sekinandina malên komeleyê li derveyî hiqûqê ye û gotin ku biryar bi saîqên siyasî hatiye dayin, lê ew ê xebatên xwe bidomînin." 

Malên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) ku di sala 2016'an de hat avakirin, hatin desteserkirin. Biryar bi îdiaya "pêwendiya wê bi rêxistinê re heye" ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê ve hat dayîn û di 31'ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. 
 
Di sala 2022'yan de 22 endam û rêveberên komeleyê hatibûn binçavkirin û 16 j jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Di vê pêvajoyê de polîsan avêtibû ser avahiya komeleyê û di avaêtina ser komeleyê de hin pirtûkên ji aliyê komeleyê ve hatibûn çapkirin û rapor hatibûn komkirin. Endam û rêveberê komeleyê yên hatin girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 26'an a Stenbolê hatin darizandin. Di danişîna 9'ê Sibatê de bi hinceta "delîlên teqez û pêbawer" nehatine bidestxistin, biryara beraetê hat dayîn. 
 
Doza ku ji bo girtina GOÇÎZDER'ê hat vekirin jî, danişîna wê di meha Hezîranê de hat lidarxistin. Doz taloqî 11'ê Cotmehê hat kirin. 
 
Hevserokê GOÇÎZDER'ê Abdûllah Kiliç û parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk, têkildarî bêhiqûqîtiyên rû dane axivîn. 
 
'ARMANC PASÎFÎZEKIRINA KOMELEYÊ YE'
 
Hevserokê komeleyê Kiliç diyar kir ku komeleya wan ji sala 2016'an ve xebatên xwe didomîne, lê xebatên wan bi destê darazê tên astengkrin. Kiliç destnîşan kir ku desteserkirina malên komeleyê jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin û got: "Berê jî der barê komeleya me û rêveberên me de lêpirsînên wiha hatibûn vekirin û bi beraetê bi dawî bûbûn. Lê vê carê wezaretê dest danî se rmalên komeleya me. Ev biryareke li dijî hiqûqê ye. Armanc, pasîfîzekirina komeleyê ye." 
 
BANG LI SAZIYÊN SIVÎL KIR
 
Kiliç destnîşan kir ku tevî zextan jî wê xebatên xwe bidomînin û wiha bang li rêxistinên civaka sivîl kir: "Rêxistinên civaka demokratîk di civakên antîdemokratîk de xwedû girîngiyeke mezin in. Lewma ji bo pûçkirina zextên rejîmên zextker divê em mil bidin miolê hev du." 
 
‘BIRYAR NE HIQÛQÎ YE SIYASÎ YE'
 
Parêzer Ahmet Baran Çelîk jî anî ziman ku desteserkirina malê komeleyê û dozên li komeleyê hatine vekirin ne li derî hev in û got: "Ev ne biryareke hiqûqî ye, ji lew re ji ber rapora MASAK'ê û îdiayên navborî ku wekî desteserkirina malê komeleyê hatine nîşandan, endam û rêveberên komeleyê berê jî hatine darizandin û hemûyan jî beraet kiriye. Ev biryara beraetê jî teqez bû. Tevcî vê biryarê jî bi saîqên siyasî biryereke wiha hat dayîn."
 
Çelîk diyar kir ku xebatên komeleyê hin kesan nerihet kiriye û ji ber vê serî li krîmînalîzekirina komeleyê hatiye dayîn. 
 
Çelîk diyar kir ku komele tenê ne hesabên bankê ye û got: "Ger biryar bê pesenkirin wê îtirazên me bidominû wê komeleya me di vê pêvajoyê de neyê girtin. Lê komeleya me tu carî ne bûye komeleya hesabên bankeyan. Lewma biryar çi dibe bila bibe wê xebatên me bidomin." 
 
MA / Îbrahîm Irmak