NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Mafên Zarokan a NY’yê ku serlêdana ji bo 6 zarokên dewleta tirk li Deriyê Sînor ê Xabûrê dabû sekinandin ji dewleta tirk daxwaza parastinê kir. Prz. Şûle Recepoglû wiha got: “Ev serlêdaneke li dijî Tirkiyeyê ye û hatiye qebûlkirine.”

Welatiyê bi navê Savaş Çelîk ê li navçeya Kopê ya Mûşê dijiya, ji ber sedemên siyasî di sala 2016’an de tevî hevjîn û 6 zarokên xwe neçar ma ku koçî Sûriyeyê bike. Di sala 2022’yan de dema hewl dida derbasî Ewropayê bibe, li Lubnanê hate binçavkirin û şandin Tirkiyeyê. Çelîk li Tirkiyeyê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Dumlupinar a Erziromê. 
 
Piştî girtina Çelîk, dayika zarokan jî ji ber sedemên siyasî nekarî vegere lewma zarokên wan li derve man. Li ser vê yekê mamê zarokan Vasif Çelîk ji bo dîsa zarokan bîne Kopê, kete nava hewldanan. Mam Çelîk, ji bo biraziyên xwe D. Ç. (16), Z. Ç. (14), E. Ç. (12)  A. Ç. (9), F. Ç. (10) û F. Ç. (11) bîne Mûşê, çû Herêma Federe ya Kurdistanê. Mam Çelîk tevî zarokan hate Deriyê Sînor ê Xabûrê û li wir asê man. Zarokên ku 4 rojan li deriyê sînor bi awayekî birçî û tî hatin rawestandin, di 3’yê îlonê de li wargeheke girêdayî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya li navenda Şirnexê hatin bicihkirin.
 
SERÎ LI NY’YÊ DAN
 
Li gorî nûçeya di JINNEWS’ê de cih digire, piştî ku nûçe belav bû. Dîrektor Prîsoners Defenders a Asyayê - Hiqûqnasên Navnetewî Kûrtûlûş Baştîmar û parêzer Şule Recepoglû têkildarî mijarê serî li Komîteya Mafê Zarokan a NY’ê dan û xwestin ku ji bo serlêderan biryara tedbîrê bê dayîn û têkildarî serlêdana wan biryar bê dayîn. 
 
Komîteya Mafê Zarokan a NY’ê serlêdan qebûl kir û ji bo biryara tedbîrê bide du hefte dem da hikûmetê û parastin xwest.  Her wiha serlêdana şexsî a parêzeran jî qebûl kir û ji hikûmetê heta 6’ê adara 2025’an parastin xwest.
 
Parêzer Şule Recepoglu da zanîn ku ev yekemîn serlêdana li komîteya mafê zarokan hatiye dayînê ye û hatiye qebûlkirinê ye. Recepoglû xwest ku ev biryar bê belavkirin û di heman demê de çîroka van zarokan jî bê nivîsîn.