DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe

img

AMED - Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Narîn Gezgor diyar kir ku dê bi dirûşma “Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike” komxebatekê li dar bixin û anî ziman ku di encama nîqaşên bên rêvebirin de dê seferberiya rêxistibûnê bidin destpêkirin. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Birêxistinbûn û birêxistinkirinê” li dar bixe. Saziyên demokratîk û nûnerên tevgerên jinan dê tev li komxebata ku dê bi dirûşma “Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike / Rêxistinbûyîn serkeftin e” li Amedê bê lidarxistin bibin. Di encama nîqaşên di komxebatê de bên kirin de, li dijî êrîşan divê rêxistinbûyîneke çawa ya xurttir be, li hemberî kêmasî û nebesiyên tên jiyîn wê bi diyarkirina rê û rêbazên nû re seferberiya rêxistinbûyînê were destpêkirin.
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ku ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Narîn Gezgor têkildarî komxebata ku dê du rojan li Amedê bê kirin nirxandin kirin. 
 
Gezgor da xuyakirin ku haya desthilata serwer jê heye ku rêxistinbûyîn civakê diguherîne û vediguherîne û ji ber vê yekê saziyên rêxistinbûyî hedef digire û wiha got: “Di vê pêvajoyê de gelek pêşengên siyasî û aktîvîstên jin hatin girtin. Saziyên jinan hatin girtin, partiyên siyasî û komele hedef hatin girtin. Hate xwestin ku pêşî li rêxistinbûyîna civakê bê girtin û xwestin ku civakeke bêrêxistin derkeve holê. Em dizanin ku civaka bêrêxistinî tê çi wateyê. Em li rastiya gelê kurd a beriya siyaseta demokratîk a têkoşîna xwe binêrin. Bi destpêkirina têkoşîna demokratîk re rastiya gel a ku veguherand û bû xwedî îdîa, derket holê.”
 
‘BINGEHA AZADIYÊ JI RÊXISTINBÛYÎNÊ RE DERBAS DIBE’ 
 
Gezgor, diyar kir ku bi destwerdan û meylan armanc dikin ku li pêşiya têkoşîna rêxistinî bendekê deynin û wiha domand: “Em jî dê bi dirûşma ‘Li Kurdistanê bêrêxistinî pelek jî nalive’ bi partiyên siyasî, saziyên demokratîk û avaniyên çep-sosyalîst re ji bo pêvajoya pêşiya xwe birêxistin bikin bi gotina ‘azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ biryara komxebatê girt. Ji ber ku bingeha azadiyê ji rêxistinbûyînê re derbas dibe. Armanca me ya bingehîn serkeftin e. Ji ber ku di heman demê de îdiaya me ya serkeftinê heye. Di vê pêvajoyê de em ê sîstemeke wisa ava bikin ku kêmasiyên di nuqteya rêbazê de, pirsgirêkên rêxistinî û belavbûna me bên nîqaşkirin û rastî li şûna wan bên bicihkirin.”
 
‘EM Ê NEXŞERÊYA XWE DIYAR BIKIN’ 
 
Gezgor, anî ziman ku armanc dikin ku nîqaşeke hevpar bimeşînin û ev tişt got: “Ji ber ku tevî van hemû meylan jî têkoşîn dewam dike. Felsefeya jin jiyan azadî belavî cîhanê bûye, ji bo tevgerên jinan ên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Di heman demê de êrîşeke bi heybet li dijî tevgera jinê heye ku bi pêşengiya vê yekê dimeşe. Li dijî vê êrîşê jî berxwedaneke bi heybet a rêxistinbûyî heye. Dîsa li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî komele, rêxistinên saziyên sivîl, dîrok, çand û baweriya gelan berxwedanek heye. Lê belê divê vê yekê li ser bingehên hîn rêxistinbûyî nîqaş bikin, li hev bicivin û xalên rêveçûnê yên hevpar diyar bikin. Pêwîste nêzîkatiyeke xwe dispêre kêmasiyên di dema borî de hatine jiyîn diyar bike û wan bi rastiyê temam bike. Em ê di çarçoveya nîqaşên di vê komxebatê de bên meşandin nexşerêya xwe diyar bikin.”
 
‘EM Ê SEFERBERIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ BIDIN DEST PÊ KIRIN’ 
 
Gezgor, da zanîn ku bi pêşniyarên ku di encama komxebatê de derketine holê re wê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê nîqaş bikin bê ka em ê çawa dikarin rêxistiniya xwe veguherînin taxan, kuçeyan, mekanîzmayên ku gel bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin û her saziyek dikare vê ji hêla xwe ve çawa bi rêxistin bike nîqaş bikin. Em vê pêvajoyê bi hemû saziyên xwe yên demokratîk re weke ‘seferberiya rêxistinî’ dinirxînin. Li dijî desthilata ku bêrêxistinbûyînê li me ferz dike, di bingeheke rast, kêmasiyan temam bikin û li ser ‘em ê çawa mezintir bikin?’ nîqaşan bimeşînin. Li dijî gelê kurd li her çar parçeyan jî êriş tên lidarxistin. Di vê komxebatê de ji bo pêşxistina rê û rêbazên rêxistinbûnê ku li dijî hedefgirtina gelê kurd wê zemîne têkoşînê xurt bike nîqaş bên kirin.”
 
MA / Bêrîvan Altan