Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn

img
ŞIRNEX - Li gundê Tilehferîk ê navçeya Cizîrê di navbera 2 malbatên ku dijminên hev bûn de şer derket û kesekî jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gundê Tilehferîk ê navçeya Cizîr a Şirnexê di navbera 2 malbatên ku dijminên hev bûn de şer derket û di şerê biçekan derket de welatiyê bi navê Mûrat Oktay jiyana xwe ji dest da. Yek jê jin bi komî 4 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyê. M.O. , H.O. û T.O. yên hatin diyarkirin ku tev li şer bûne hatin binçavkirin.