Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Windakiriyan li Amedê xwestin faîlên Mehmet Sîncar, li Êlihê jî faîlên Mehmet Emîn Çelîk bên dîtin. Li Colemêrgê jî hat xwestin ku kujerên Daryoş Aygol bên girtin. 

Malbatên windakiryan û parazvanên mirovan ji bo kesên hatine windakirin bên dîtin û faîlên wan bên darizandin her hefte çalakiyan li dar dixin. Çalakiya wan vê hefteyê jî berdewam kir. 
 
AMED
  
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 813’emîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” didomînin de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hatin bahev. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn bi wêneyên windakiriyan beşdar bûn û li qadê pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin. 
 
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û Sûltan Yaray beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê çîroka Mehmet Sîncar ê di 4’ê îlona 1993’yan de li Kolana Elma ya Êlihê di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin hate xwendin. 
 
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar anî ziman ku hevjînê wê bi du çekên cuda hate kuştin, hevjînê wê wê rojê li ser navê aştiyê çû wir û hate qetilkirin. Sîncar, xwest ku ne tenê faîlê hevjînê wê hemû faîlên cînayetên kiryarên nediyar bên dîtin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî wiha got: “Ev cînayet ne cînayetên kiryarên wan nediyar in, cînayetên ku kiryarên wan diyar in. Faîl dê zû an dereng derkevin holê.”
 
Pişt re Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman çîroka qetilkirina Sîncar xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
 
Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê li Êlihê jî di hefteya 649’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev.  Di çalakiya ku wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de pirsa faîlên Mehmet Emîn Çelîk ê di 28’ê tebaxa 1994’an de li navçeya Hezo ya Êlihê ji aliyê tîmên taybet ve ji mala wî hate revandin û qetilkirin hate pirsîn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rezan Baytar çîroka Çelîk xwend. Baytar, diyar kir ku heta faîl bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 139’emîn de li Kolana Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Hevşaredarên Geverê, rêveberên DBP, DEM Partiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Daryoş Aygol ê di sala 1991’an de li Bajarokê Bajargehê yê bi ser Geverê ve ku hat qetilkirin, pirsîn. 
 
Kekê Daryol Aygol, Kuruş Aygol ê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Colemêrgê ye metna daxuyaniyê xwend. 
 
Kuruş Aygol da zanîn ku ew ê ji bo mirovên hatin windakirin û qetilkirin her edaletê bixwazin û Daryoş Aygol hê 16 salî bû dixebitî û hewl dida debara malbata xwe bike û ji ber vê yekê dixebitî. Aygol got ku Daryoş Aygol bi bazirganiya sînor debara malbatê dikir û diçû rojhilatê Kurdistanê qaçaxiyê û dihat û qereqola sînor wî gulebaran dike û dikuje. 
 
Aygol anî ziman ku tevî ewqas sal bi ser qetilkirinê re derbas bûne jî hê jî kujer nehatine dîtin û darizandin û got ku ew ji bo Daryoş Aygol û hemû windayan daxwaza edaletê dubare dikin.