'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’

RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku reçeteya vê aloziya diqewime “Netewa demokratîk” e û got: “Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bûye hêvî.” 

Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Wêranşara Rihayê yekemîn kongerya xwe ya awarte li dar xist. Kongre li avahiya partiyê pêk hat. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarên Wêranşarê, Serêkaniyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li kongreyê bûn. 
 
Li eywana kongreyê pankarta “Pêşî ziman pêşî kurdî” û “Deste nede îradeya min qeyûm darbe ye” hatin daliqandin. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û kongreyê dest pê kir. 
 
Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgûn ewilî axivî û diyar kir ku Kurdistan dîsa wek her carê di pêvajoyek girîng derbas dibe û ew ê têkoşîna xwe li dijî zilmê berfireh bikin. 
 
Parlamenter Dîlan Kunt Ayan jî bi bîr xist ku her roj li Kurdistanê sivîl tên qetilkirin û ew bi zîhniyetek qirker re rû bi rû ne û gelê kurd li dijî vê li ber xwe dide. Ayan da zanîn ku heke aştiyek pêk were jî rêya vê di Îmraliyê re derbas dibe û got: “Sê sal in xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Divê her kes li ber vê rabe û dengê xwe bilind bike û bêje, birêz Ocalan îrade me ye.” 
 
'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR DIKIN’ 
 
Parlamenter Omer Ocalan jî bal kişand ser girîngiya Wêranşarê ya di têkoşîna azadiya Kurdistanê de û got: “Em ji bo welatek azad û ji bo Rêberek azad têkoşîna xwe didomînin. Rêberê me di bin tecrîdê de ye, li çar parçeyên Kurdistanê berxwedanek heye. Em ji bo gelên xwe di nava têkoşînê de ne û li ser hemû nirxên me êriş hene. Ciwanên ji ber bi kurdî diaxivin û govendê digerînin tên girtin û qetilkirin. Rojnamevan tên bombebarankirin û dixwazin rastî di tariyê de bimînin. Lewma divê em li dijî vê rêxistinkirina xwe berfireh bikin. Başûrê Kurdistanê tê dagirkirin, ka gelo em ê çawa viya qebûl bikin? Me viya qebûl nekir û em ê nekin jî.” 
 
'REÇEYA PIRSGIRÊNA LI CEM BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Ocalan anî ziman ku di fikr û ramanên DEM Partiyê de hembêzkirina hemû gelan heye û wiha axivî: “Rêberê me vê felsefeye pêşniyarî me kir. Em ê heta dawiyê xwedî li vê derkevin. Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bûye hêvî. Reçeteya hemû pirsgirêk û aloziyan Netewa Demokratîk e. Divê em li dijî şerê taybet hişyar bin û haya me ji me hebe. Çimkî polîtîkayên şerê taybet li her deverê di dewrê de ye. Divê kurd li dijî vê bi yekitiyê rabin. Em bibin em dikarin hemû metirsiyan ji ser xwe biavêjin.” 
 
Piştî xwendina raporên xebat û maliyê di hilbijartina hat kirin de Rmazan Dîr3i û Fatîme Sîlgîr Hançer ji bo hevserokatiya navçeyê hatin bijartin.