Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!

img
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê leşkerek çawişê pispor li ser wesayîta xwe ya Toros, remza JÎTEM’ê xêz kiriye û bi vê wesayîtê li navçeyê digere. 
 
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê leşkerek çawişê pispor li ser cama wesayîta xwe ya bi marqeya Toros, remza JÎTEM’ê çêkiriye û bi vê wesayîtê li navenda navçeyê digere. Balkêş e ku li bin remza JÎTEM’ê gotina “Tenê mirî dibînin” ku diyarî Cem Ersever ê ku yek ji berpirsiyarên cînayetên “faîl nediyar” ên salê 90’î tê zanîn, hatiye nivîsandin. Welatiyên ku ji vê yekê aciz in diyar dikin ku ev wesayît ji du mehan zêdetir e li navenda navçeyê digere û ew difikirin ku bi vî şiklî gef li wan tê xwarin.