Topçû piştî 30 salan hat berdan

img
ÎZMÎR - Çeçan Topçû ê xpiştî 30 salan ji Girtîgeha Şakranê hat berdan, li Îzmîrê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
 
Çeçan Topçû yê ku 30 salan di girtîgehê de hat girtin, ji Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê hat berdan.
 
Topçû ê di sala 1994'an de li navçeya Wêranşar a Rihayê hat binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebetê lê hat birîn. Topçû bi dorê li girtîgehên Semsûr, Dîlok, Bolû û Bucayê ma û herî dawî ji Girtîgeha Şakranê hat berdan.
 
Topçû li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Topçû li navçeya Torbaliyê ya ku malbata wî lê dimîne bi girseyî hat pêşwazîkirin. Xizm û gelek kes bi çepik û tilîliyan Topçû pêşwazî kirin.