Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome

img
ENQERE- Çalakiya nobeta edeletê ya Emîne Şenyaşar li ber meclîsê dabû destpêkirin di roja 17’emîn de didome.
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 17'emîn de berdewam kir.
 
Şenyaşarê bi dowîza nivîsa "edelet" li ser nivîsandî daxwaza xwe dubare kir.