Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li Kobanê bi SÎHA’yan êrişî wesayîteke sivîlan kir. 
 
Dewleta tirk li başûrê Kobanê bi SÎHA’yan êrişî wesayîteke sivîlan kir. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di êrişê de kesek birîndar bû. Hat zanîn ku êriş derdora 10.30’ê hate kirin û di êrişê de welatiyê ji Kobanê Azad Mihemed Elî birîndar bûye.