Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin

img

AMED - Karûbarên otopsiyê yên Narîn Guranê hatin temamkirin, dê sibê were veşartin.

Karûbarê otopsiye yên cenazeye Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li taxa Çuliya navçeya Rezana Amedê winda bûbû û piştî 19 rojan di nava kîsekî de, di nava çem de hatiye veşartin, hatin temamkirin.

Hat destnîşankirin ku dê cenazeyê Narîn Guranê sibê teslîmî xizmên wê were kirin û piştre jî dê li taxa Çulî were veşartin. Xizmên malbatê yên li pêşiya ATK’ê li benda karûbarên otopsiyê bûn, vegeriyan li malên xwe.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê ji karûbarên otopsiyê derketiye, destnîşan kir ku serdozgerî dê derbarê encamên otopsiya pêş û hûrgiliyên din de, di demekî nêz de daxuyaniyê bide raya giştî.