ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN

img
* Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Mûrat Orûç destnîşan kir ku mirov tenê dikarin di zimanê xwe ya zikmakî de xwe pêş bixin û got: “Gelek zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin. Ev yek çiqas tenduristî ye?” 
 
* Têkildarî Kurdistana Sor du telgrafên nû hatin bidestxistin. Li gorî telgrafan, rêveberiya Mûstafa Kemal statûya kurdên li Azerbaycanê nîqaş dike û naxwaze dibistanên bi kurdî bên vekirin.
 
* Sendîka û komeleyên perwerdehiyê bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-14.00)
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber Meclisê  daye destpêkirinê dê berdewam bike. (13.00-17.00)
 
* Der barê kuştina Narîn Guran de wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (17.30-19.00)