Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin

  • rojane
  • 15:39 11 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îranê li gel şandeyek aborî û siyasî ji bo hin peymanan îmze bike hate Bexdayê. Di serdanê de Iraq û Îranê derbarê mijarên cuda de 14 peyman îmze kirin.
 
Serokkomarê nû yê Îranê serdana xwe ya yekemîn a derveyî welat li Iraqê pêk anî. Serokkomarê Îranê û şandeya berfireh a siyasî û aborî ya li gel, li Balefirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê û rayedarên pilebilind ve bi merasîmekî fermî hate pêşwazîkirin.
 
Medya Iraqê ragihand ku bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Serokkomarê Iraqê Mesûd Pezeşkiyan 14 peymanên girêdayî mijarên cuda di navbera her du welatan de hatin îmzakirin.
 
Mijarên peymanên ku di navbera Iraq û Îranê de hatine îmzekirin wiha ne:
 
“*Lihevkirina hevbeş li ser hevkariya ceribandinê (rahênan).
 
*Lihevkirina hevbeş ya têkildarî ciwan û werzîşê.
 
*Lihevkirina hevbeş ya li ser danustandinên çandî, hunerî û arkeolojiyê.
 
*Lihevkirina hevbeş ya hevkariya di warê perwerdeyê de.
 
*Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya ji bo medyayê.
 
*Lihevkirina hevbeş li ser hevkariya di warê peywendiyan de.
 
*Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya di warê pêşxistina geştyarên ji bo cih û boneyên olî.
 
*Lihevkirina hevbeş ya derbarê hevkariya ji bo navçeyên sînor yên Iraq û Îranê.
 
*Lihevkirina hevbeş ya di warên çandinî û çavkaniyên xwezayî ya di navbera Iraq û Îranê de.
 
*Lihevkirina hevbeş ji bo hevkariya di warê karûbarên posteyê de.
 
*Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya di warê parastina civakê de.
 
*Lihevkirina hevbeş ya ji bo hevkariya di warê perwerdehiya pîşeyî û teknîkî de.
 
*Lihevkirina hevbeş ya hevkariya ji bo pêşxistina hêza kar a jêhatî ya Iraq û Îranê.
 
*Lihevkirina hevbeş ya ji bo hevkariya di warê çalakiyên odeyên bazirganiyê yên Iraq û Îranê de.”
 
Biryare piştî temambûna hevdîtinan, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên Herêmê bicive.