Di doza Zeydan de biryara keşfê

  • rojane
  • 13:53 12 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Di danişîna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku piştî biryara Dadgeha Bilind jinûve dest bi darizandina wî hate kirin de biryar hate dayîn ku li herêma “mertalê zindî” keşf bê kirin. 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê di çarçoveya operasyojên di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî parlamenter û hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn kirin hatibû girtin, di 6’ê çileya 2022’yan de hate berdan. Danişîna 5’emîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di doza piştî biryara xerakirinê ya 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind jinûve hate lidarxistin de Zeydan bi îdiayên “Alîkariya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin. 
 
Parêzerê Zeydan, Mahsûnî Karaman di danişînê de amade bû. Karaman, diyar kir ku muwekîlê wî ji bo jinên ji operasyona leşkerî ya li qada Çatmakoy a navçeya Geverê bûbûn mertalên zindî ji wir derxîne çûye herêmê û anî ziman ku bêyî muwekîlê wî bi kesê re bikeve têkiliyê li noxteyeke dûrî cihê operasyonê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. Karaman, bi lêv kir ku dosya bi sedemê “cezakirinê” hatiye vekirin û ji bo cihê ku muwekîlê wî lê û cihê bûyerê bê tespîtkirin daxwaza keşfê kir. 
 
Şandeya dadgehê ya daxwaza keşfê ya parêzer qebûl kir, danişîn taloqî 16’ê çileya 2025’an kir.