Berdana SGDF’iyan hate xwestin

  • rojane
  • 14:43 12 Îlon 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Endamê PM’a ESP’ê Mûrat Çepnî xwest endamên binçavkirî yên SGDF’ê werin berdan û anî ziman ku dê ciwan têkoşîna xwe ya li dijî komployên bi vî rengî bidomînin. 
 
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP)  ji bo endamên SGDF’ê Meryem Yildirim, Ozge Dogan, Yaren Tûncer, û Fûrkan Ozdal ên di operasyonekî navendê wê Îzmîr bû de, di 10’ê îlonê de hatine binçavkirin, li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl yên li bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) a ESP’ê destnîşan kir ku tiştên îro tên jiyîn berdewma darbeya 12’ê Îlona 1980’ê ye û diyar kir ku îro 12’ê Îlonê bi faşîzma AKP’ê MHP’ê didome. Çepnî bi bîr xist ku SGDF rêxistinekî ciwanan a ku kongreya xwe li dar xistiye ye û ev tişt gotin: “Her kesê ku mafê xwe dixwaze û ne ji AKP’ê û MHP’ê be, bi heman êrişan re rû bi rû dimîne. Ji ber îfadeyên şahidekî nepen hevalên me di bin çavan de ne. Hevalên me beriya niha jî rastî êrişên bi vî rengî hatin û dê ji îro şûn de jî têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Nûnerê SGDF’ê Sezgîn Zevkibol ev tişt gotin: “em ê li dijî operasyonên rejîma qesrê ya ku ciwanan arasteyî birçîtî û xizaniyê dike bisekinin. Çewisandina ciwanan ji 12’ê Îlonê heya niha serkeftî nebû û em ê li qadan têkoşîna xwe bidomînin.”