Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin

  • rojane
  • 09:01 13 Îlon 2024
  • |

AMED - Li navçeya Hênê mexdûrên erdhejê yên di prefabrîkan de dimînin, diyar kirin ku ji wan tê xwestin ku ji van malên prefabrîk bên derxistin û gotin: "Cihekî ku em pê de biçin tune ye." 

Li navçeya Licê ya Amedê di 6'ê Îlona 1975'an de bi lerza 6,6 erdhej ku pêk hatibû. Di erdhejê de 2 hezar û 385 kes miribûn û 8 hezar û 149 avahî jî xera bûbûn. Wê demê navçeya Hênê jî bandor ji erdhejê girtibû û li Taxa Merkez a Hênê xaniyên prebarîk hatibûn çêkirin. Piştre welatiyan li kêleka xaniyên prefabrîk xaniyên bi beton çêkirin. Lê piştî erdheja Mereşê xaniyên beton xesar dîtin û welatî ji bêgavî derbasî xaniyên prefabrîk ên di dema erdheja Licê de hatibûn çêkirin. 
 
QEYMEQAM, 15 ROJ MUHLET DA WELATIYAN
 
Qeymeqamê Hênê Mevlana Kurkcu di 2'yê Îlonê de bi welatiyan re civînek li dar xist û xwest ku xaniyên prefabrîk bên valakirin. Qeymeqam Kurkcu diyar kir ku ew li bendê ne ku li Çewligê erdhejeke bi pileya 7.00 çêbibe û xaniyên prefabrîk û betonî xesardîtî xetereyê didin der û ji bo welatî xaniyan vala bikin 15 roj muhlet da wan. Kurkcu her wiha diyar kir ku ger mal neyên valakirin dê ceyran û avê qut bikin.
 
SERÎ LI ÎHD'Ê DAN
 
Welatiyên ku cihekî pê de biçin tune ye di 6'ê Îlonê de bi daxwaza "alîkariya hiqûqî" serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. Welatî hê jî li çareyekê digerin. Lê polîs di 9'ê Îlonê de 4 roj muhlet dane welatiyan ku xaniyên xwe vala bikin. 
 
Welatî ji bo xaniyên wan neyên xerakirin dê daxwaznameyên ku amade kirine sibê radestî Qeymeqamtiya Hênê bikin.
 
Welatiyên ku di malên prefabrîk de dijîn, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
Urfî Ekîn ku di xaniyên prefabrîk de dimîne diyar kir ku Qeymeqamê Hênê ji wan xwestiye ku dibe di navbera Licê û Çewligê de erdhej çêbibe, lewma xaniyan vala bikin. Ekîn ku got "Ew mirovan derdixin derve. Dibêjin 'Hûn diçin ku biçin.' Ma ev edalet e?" diyar kir ku gef li wan hatiye xwarin ku ger xaniyan vala nekin wê ceyran û ava wan bê qutkirin. Ekîn diyar kir ku ji ber erdheja Mereşê 7 hezar û 500 TL alîkariya kirê girtiye û wiha got: “Li Hênê kirêya xaniyan 15 hezar TL ye. Karê min tune, hêza min tune. Ez bi zor dikarim zarokên xwe têr bikim. Îcar gava ku hûn min bavêjin kolanan, ma ez biçim parsekiyê bikim, ez herim diziyê bikim? Tu welatiyan kom dikî û dibêjî, derkevin. Pêşî herin li mala wî welatiyê binerin. Ma ew mirov gava ji wir derkeve dikare debara xwe bike?"
 
‘EZ DIXWAZIM LI MALA XWE BIMIRIM'
 
Adem Basat ê 70 salî ku li heman taxê dijî û di xaniyê prefabrîk de dimşne, diyar kir ku mala ku tê de dıma pêşî "nîvxesardîtî" hatiye qeydkirin, lê paşê "pirxesardîtî" hatiye qeydkirin. Basat wiha got: “Ez 70 salî me û ez têkevim xaniyê bikirê, ez ê nikaribim debara xwe bikim. Ma ez ê biçim ku? Madem hûn ê xaniyê min xera bikin, nexwe alîkariya me bikin. Ger xaniyên me bên xerakirin. Em ê li derve bimînin. Ez ji xaniyê xwe dernakevim. Ger bimirim jî, dixwazim li mala xwe bimirim." 
 
‘EM Ê BIÇIN KU DERÊ'
 
Eyup Çelîk anî ziman ku ew 45 sal in li vir dijîn û tenê dahata wan meaşê teqawidbûnê ye. Çelîk got: “Dewlet deh hezar TL meaş dide me, jixwe kirê deh hezar TL ye, em ê çawa debara xwe bikin? Ne xanî, ne pereyê kirê û ne jî alîkariyê didin me. Em dest vala ne, em ê herin ku derê?  Mala me xera nekin, bila berpirsiyarî ya me be." 
 
Gurciya Çelîkê diyar kir ku ji çokên xwe emeliya bûye û felcî bûye û got ku 2 zarokên wê diçin dibistanê. Çeîkê got: "45 sal in ez li vî xaniyî dijîm. Ji xeynî vî xaniyî cihekî em pê de biçin tune ye. Me davêjin derve. Ger dixwazin em ji vir derkevin, pêşî bila çareyekê bibînin."