Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin

  • rojane
  • 12:20 13 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Rojnameger Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” hatin darizandin. Dozgerî di mutalaaya xwe de xwest rojnameger bên cezakirin. 
 
Midûrê Karên Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin Înan Kizilkaya û rojnameger Îhsan Çaralan ji ber nûçeyeke di rojnameyê de hatibû weşandin, bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” tên darizandin. 3’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Rojnameger tev li danişînê nebûn. Di danişînê de parêzerên rojnamegeran û parêzerên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan amade bûn. 
 
Dozgerî xwest rojnameger bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” bên cezakirin. Parêzerên Erdogan jî heman daxwaz kirin. 
 
Parêzerên rojnamegeran jî bi bîr xistin ku AYM dozên bi vî awayî di çarçoveya “Azadiya fikr û xweîfadekirinê” de dinirxîne û biryarên mînak pêşkeşî dadgehê kirin. Parêzeran daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin. 
 
Dadgehê got ku dê dosyayê lêkolîn bike û danişîn taloqî 22’yê mijdarê kir.