Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin

  • rojane
  • 13:09 13 Îlon 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ketin û derketina herêmên Cûdî, Gabar, Besta ku qirkirina ekolojîk lê didome û herêmên Kelamemê, Feraşîn ku operasyonên leşkerî lê berdewam dikin û gelek herêmên din ji bo dema 15 rojan hatin qedexekirin. 
 
Walitiya Şirnexê ragihand ku li çiyayên Gabar û Cudî, li herêmên Besta û Kelamemê, Donmezler, Kovankay, Tehtareş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla, Încebeldaglari, Feraşîn, Altindaglari û Oymakaya yên ser bi Şirnexê ku talankirina xwezayê û operasyonên lê didomin weke "herêmên taybet a demkî" carek din hat qedexekirin. Ketin û derketina van deveran ji bo dema 15 rojan hat qedexekirin. Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ev qedexe dê heta 28'ê îlonê bidome.