Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!

  • rojane
  • 14:34 13 Îlon 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk têkildarî xebatên MARSU’yê agahî da û wiha got: “Nêzî 60 personelên me li Walîtiyê dixebitin. Dema em dixwazin vegerin, gef li me tên xwarin.” 

 
Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Av û Kanalîzasyonê (MARSU) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi mebesta çareserkirina pirsgirêka avê ya navçeya Artukluyê, di sala 2022’yan de bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Fransayê projeya binesaziyê dabû destpêkirin û têkildarî projeyê daxuyanî da. Daxuyanî li eywana hotêlekê hate lidarxistin û gelek rojnameger tev li bûn. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevşaredar Ahmet Turk axivî. 
 
‘DI 2 SALAN DE JI SEDÎ 20 HATE ÇÊKIRIN, ME DI 4 MEHAN DE DERXIST JI SEDÎ 55’Ê’
 
Ahmet Turk da zanîn ku di xebatan de hinek derengmayînên wan aciz dikin çêbûn û wiha got: “Em nikarin bibêjin em pêş ketine. Lê bi hemû hêza xwe û bi awayekî herî baş em plan û projeyên xwe amade dikin û ji bo xizmetê tevahiya gelê me di nava hewldaneke mezin de ne. Projeya ava vexwarinê ya li Artukluyê tê domandin, di hezîrana 2022’yan de hate destpêkirin. Dema em hatin tenê ji sedî 20’ê projeyê hatibû çêkirin. Lê me di nava 4 mehan de ji sedî 55’ê derbas kir. Bêguman em dizanin hinek pirsgirêk hene. Bi taybet jî ji bo bi temamî guherandina qenal û şebekeyên li bajar hinek kolandin çêbûne. Lê derfeta me nîne ku van cihên hatine kolandin tavilê bigirin.” 
 
Turk, got “Ji bo me girtina van rêyan pir hêsan e. Lê dema şebeke qediyan, divê endezyar û şîrket avê bidin û basincê eyar bikin. Piştre dê ser wan were girtin. Anku em niha bigirin jî heke sibe pirsgirêkeke têkildarî basincê çêbibe em ê mecbûr bimînin ku dîsa vekin. Anku şîrket girtina wan a demildest rast nabînin û em jî tev li dibin.” 
 
‘GEF LI ME TÊN XWARIN’
 
Bi domdarî Turk anî ziman ku ew dixwazin kadroyên xwe ava bikin lê rastî zextan tên. Turk, wiha pê de çû: “Niha nêzî 60 personelên me li walîtiyê dixebitin. Pêdiviya me bi wan heye. Dema em car bi car dixwazin bên jî gef li me tên xwarin. Dibêjin em ê daîreya we ji filan derê derxînin, nizanim dê çi bikin. Ji me re dibêjin ‘em ê makîneyên Serokatiya Koordînasyona Şopandina Razemeniyan ji we bistînin.’ A rast heta niha em bêdeng man. Me xwest diyalogek çêbibe. Me di vê mijarê de agahî jî şand lê qet li me venegeriyan. Bi vê helwesta xwe hewl didin bi me kar nedin kirin. Min xwest haya gelê me ji vê rewşê jî hebe.” 
 
'FAÎZA DEYNÊ ME YÊ DEDAŞ’Ê YÊ MEHAN E 15 MILYON E’ 
 
Midûrê Giştî yê MARSU’yê Mehmet Kiliç jî da zanîn ku 2 milyar û 842 milyon TL deynê wan heye û ev agahî da: “Nêzî 50 milyon dahat me heye. Her wiha di navbera 90-110 milyon TL’an lêçûnên me hene. Ferqa di navberê de jî em ji bûdçeya şaredariyê digirin. Şaredariya Bajarê Mezin bêyî ku tiştên divê bike, ji me re dişîne. Nexwe MARSU dê îflas bike. Deynê me yê ji bo DEDAŞ’ê yê berê ye. Ji ber deynan ceyran hatin birîn. Welatî jî MARSU û Şaredariya Bajarê Mezin sûcdar dikin. Lê eleqeya vê bi me re nîne.” 
 
Kiliç, daxuyand ku 770 milyon TL deynê MARSU’yê bo DEDAŞ’ê heye û wiha bi dawî kir: “Her mehê em 15 milyon TL’an faîzê didin. Anku em nikarin bi pereyê ji Îlbankê tê re deynê DEDAŞ’ê bidin. Heke projeya me biqede êdî dê xelkê Mêrdînê ava xwe ji kaniya malê vexwe.” 
 
Piştî civînê Kiliç pêşkeşiyek kir û pirsên rojnamegeran bersivand.