Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome

  • rojane
  • 16:24 13 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî lêpirsîna Narîn Guran daxuyanî da û diyar kir ku wê lêkolîna Saziya Tiba Edlî dirêj berdewam bike. 
 
Lêpirsîna der barê kuştin û windakirina Narîn Guran de berdewam dike. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî lêpirsîna tê birêvebirin de daxuyanî da. Tunç got: “Di çarçoveya lêpirsînê de 10 kes girtî ne. Der barê 4 kesan de biryara kontrola edlî heye. Lêpirsîn berdewam dike. 91 nimûneyên ji laşê Narînê hatiye wergirtin, li Amedê û Stenbolê tê lêkolînkirin. Tetkîkên kîmyewî yên patalojîk tên kirin. Îfade hatin wergirtin. Niha lêpirsîna edlî berdewam dike. Wê nirxandina delîlan a bi rêkûpêk hewce bike. Lêkolînkirina Saziya Tiba Edlî dirêj bidome. Faîl wê derkevin holê. Lêpirsîn veşarî ye. Hin nirxandin bifikar in. Kesên ku Narînê kuştine wê werin cezakirin. Kesên ku Narînê kuştin e wê li pêşberî darazê bi cezayên herî giran bên cezakirin.”