Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê

  • rojane
  • 18:00 13 Îlon 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Zerdeşt Oduncu yê li Girtîgeha Antalyayê girtî ye ji malbata xwe re ragihand tevî ku ew nexweş e jî îdareya girtîgehê wî nabe nexweşxaneyê û birînên di laşê wî de vebûne. 
 
Zerdeşt Oduncu (30) girtiyek nexweş e û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin. Tevî ku Oduncu nexweş e jî nayê dermankirin. Hat zanîn ku Zerdeşt Oduncu di 12’ê sibata 2014’an de bi boneya salvegera dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitandiye û 174 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn. 
 
Zerdeşt Oduncu bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku mafê wî yê tenduristiyê tê binpêkirin û da zanîn ku ji ber ku tedawiya wî dereng tê xistin birînên di laşê wî de îltîhab giriye. 
 
WÎ NABIN NEXWEŞXANEYÊ 
 
Dayika Oduncu, Selma Oduncu da zanîn ku lawê wê nabin nexweşxaneyê û got: “Zerdeşt îro li min geriya. Ji ber ku bedena xwe daye ber agir, laşê wî îltîhab girtiye. Bi mehan e sewqa wî bo fakulteyê hatiye kirin lê wî nabin. Birînên wî reş û şîn bûne. Dema wî dibin revîrê jî dest kelemçekirî tedawî dikin. Destê wî ji ber kelemçeyê mor dibin û diêşin. Dema wî birine revîrê leşkeran îşkence lê kiriye û nehatiye tedawîkirin. Ez bang li parêzvanên mafên mirovan dikim; bila dengê zarokên me bibihîzin. Bila dawî li vê zilmê bê anîn.”