Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin

  • rojane
  • 08:17 14 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Di lêpirsîna Narîn Guranê de hejmara girtiyan derket 11’an. 

Lêpirsîna têkildarî Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê girêdayî navçeya Rezan a Amedê winda bû û piştî 19 rojan cenazeyê wê hate dîtin berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de R. Atasoy ê 15 salî ku bi şertê kontrola edlî hatibû berdan dîsa hate binçavkirin. Atasoy ê piştî îfadeya li cendermeyê sewqî Edliyeya Amedê hate kirin, piştî îfadeya dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulh a Nobedar ve hate girtin. 
 
HEJMARA GIRTIYAN DERKET 11’AN
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji bo faîlên Narîn Guran a hatiye qetilkirin hatiye destpêkirin de hejmara girtiyan derket 11’an. Dayikê Narînê, Yuksel Guran û kekê Narînê Enes Guran, dotmama Narînê, Bîrsen Guran, xizmê wê Muhammet Kaya, apên wê Salîm û Fûat Guran, jinapa wê Maşallah Guran, karkerên Salîm Guran; Mehmet Salîm Atasoy, hevjînê meta Narînê; Mehmet Şevîk Kaya û herî dawî R. Atasoy (15) hatin girtin.