ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 14 Îlon 2024
  • |
img
* Parlamenterê DEM Partiyî Omer Ocalan banga tevlibûna mitînga “azadiyê ya 13’ê Cotmehê kir û wiha got: “Divê ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê tevlibûn çêbe. Divê baro, parastvanên mafên mirovan û muxalefet gotina bêje.”
 
* Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê berxwedana Kobanê ku ji bo DAIŞ’ê bû destpêka bidawîbûna wê vegot, wiha got: “Di dîrokê de hin kêliyên girîng hene, ku herikîna dîrokê diguherînin. Dîrok li Kobanê hate guhertin.”
 
* Endama TekoJînê Berjîn Guneşê diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bimeşin û hemû ciwanên li Ewropayê vexwand meşa ku wê di 15'ê Îlonê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidin destpêkirin. 
 
* Welatiyên ku têkoşîna xwe ya li dijî kana madenê ya tê xwestin li Zozana Hasandînê bê çêkirin didomînin, gotin: "Şîrket hêzê ji dewletê digirin, dewlet jî ji bo berjewendiyên xwe destûrê dide. Lê em ê dest ji berxwedanê bernedin." 
 
* Li Şirnexê maliyetên ku ji ber qedexekirina zozanan û krîzê zêde bûne, hema bêje sewalvaniyê qedandiye. Li Nêrwana 200 mal lê hene, niha tenê kesek sewalvaniyê dike. 
 
* Parêzer Rezan Gezer diyar kir ku di rapora wan de ya der barê sedemên êrişên nijadperest ên di demên dawî de bi taybetî mafê darizandina adil derketiye pêş û got: "Tekane tişta dixwazin mafên ji bo welatiyan tên sepandin ji bo wan jî bê sepandin." 
 
* Di sala 2023'yan de herî kêm berdana 426 girtiyan bi himceta "rewşa nebaş" hat taloqkirin. Ji TÎHV'ê Umît Bîçer got: "Lijne xwe dixe şûna darazê û biryarên kêfî dide." 
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di Konferansa Rêxistinkirina Giştî ya ku dê li Şaxa ÎMO’yê ya Enqereyê bê lidarxistin axivin. (10.00) ZINDΠ
 
* Çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê dê di hefteya 1016’emîn de berdewam bike. (12.00) 
 
* Li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê dê çalakiyên ÎHD’ê û malbatên windakiriyan berdewam bike. (11.00-12.00) 
 
* Têkildarî girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê daxuyaniyên heftane bên dayîn. (13.30)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Meclisê dê di roja 17’emîn de berdewam bike. (13.00-17.00)