Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir

  • rojane
  • 11:19 14 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin hêzên rejîma Îranê di çarçoveya nêzbûna şoreşa ‘jin, jiyan azadiyê’ de derhênerê kurd Reza Elayî binçav kirine. 
 
Li gor nûçeyên çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê bi nêzbûna salvegera duyem a şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ re zext û binçavkirinên rejîma Îranê ya li ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne. Hat diyarkirin ku roja 11’ê Îlonê hêzên rejîma Îranê bêyî ku biryara dadger û belgeyek qanûnî hebe, bi ser mala derhênerê kurd Reza Elayî hate girtine û ew binçav kirine.
 
Hat gotin ku ji roja Reza Elayî hatiye girtin heya niha tu agahî jê nayê girtin.
 
Derhêner û filmsazekî kurd Reza Elayî xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Heta niha li ser gelek kurte film û filmên dirêj kar kiriye. Yek ji wan filman jî bi navê ‘Zeviyên qirêj’ ku bi wî filmî tev li festîvalên filman ê navneteweyî bûye.