Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome

  • rojane
  • 12:15 14 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi piştgiriya PDK’ê şandina leşker û wesayîtên zirxî ya ber bi Herêma Kurdistanê ve didomîne

Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî axa Herêma Kurdistana Federe didomin. Hate diyarkirin ku di vê çarçoveyê de dewleta tirk duh bi şev konvoyeke mezin a leşker û çekên giran di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de li navçeyên Amêdiyê û Dêrelokê yên Duhokê bi cih kirine.