Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin

  • rojane
  • 12:50 14 Îlon 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan bi çalakiyên ku li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê li dar xistin re xwestin ku kesên hatine windakirin bên dîtin û faîlên wan bên cezakirin. 

Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan çalakiyên xwe yên bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li dar dixin vê hefteyê jî domand. 
 
AMED 
 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 814’emîn de çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê li dar xistin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Li qada ku çalakî lê hate kirin, pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê di 12’ê îlona 1995’an de li Amedê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn. 
 
BALKIŞAND SER NEBAŞIYA BIRÊXISTINÎ
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman bi lêv kir ku ji bo hesaba cînayetên kiryarên nediyar bipirsin li vir in û ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Saman, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 12’ê îlona 2006’an de li ber dîwarê şermê, bi dehan kurdên ku li ser dîwar navên wan hene jiyana xwe ji dest dan. Ev bîrdarî ‘Bîrdariya Mafê Jiyanê ye’, ji bo parastina jiyana mirovan ji bo di dîrokê de weke nîşeyekê bê dîtin hatiye çêkirin. Lê mixabin bi kesên ku wê rojê di temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest dane re em hemû temaşe dikin ku Narîn bi awayekî hovane hatiye kuştin û xerabiyeke rêxistinkirî çi dike. Em weke rêxistinên sivîl ên civakî, saziyên zarokan û parazvanên mafan em ê ji bo şer bisekine, ji bo ev travmayên civakî yên şer afirandine ji holê bê rakirin têbikoşin.”
 
Piştre birayê Mehmet Zafer Demîrkiran ê di bin çavan de hat windakirin Sabahattîn Demîrkiran axivî û qala birayê xwe kir û tiştên di dema qetilkirina birayê wî de qewimîn anî ziman. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî çîroka Mehmet Zafer Demîrkiran xwend.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windakirîyan di hefteya 650'emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de ji bilî parazvanên mafên mirovan, xizmên windakiriyan û gelek kes tev li bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Kartay ê di 15’ê tebaxa 1994’an de li gundê Hurê yê navçeya Hênê ya Amedê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn. Hevserokê ÎHD’ê yê Êlihê Ahmet Şîray çîroka Kartay xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
 
Malbatên windakiriyan û Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê di hefteya 140’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de li Kolana Hunerê ya Geverê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Metîn Kiratli yê 10 salî ku di 18’ê nîsana 1992’yan de li Taxa Yeşîldere ya girêdayî navçeya Geverê di encama berdana guleyan a ji aliyê leşkerên Tabûra Komando ya Geverê ve jiyana xwe ji dest da hatin pirsîn. 
 
Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin vekirin. Rêveberên rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a  Geverê, malbatên windakiriyan û gelek welatî beşdar bûn. 
 
Metnê daxuyaniyê jî rêveberê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Ozan Akbaş xwend.  
 
‘EM Ê DI HER ŞERT Û MERCAN DE JI ZAROKAN RE BIBIN DENG’  
 
Akbaş, bal kişand ser sûcên li dijî zarokan û wiha got: “Qetilkirina Narîn Guranê ku raya giştî ji nêz ve dişopîne, hewldana jiholêrakiria bedena wê û leza windakirina delîlan îro jî rehetiya kujerên zarokan radixe pêş çavan. Em ê ji bo zarokên ku di bin çavan de bi bombeyan hatine qetilkirin, di encama lêdana wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dan, dema li derveyî şertên mirovane li cihê kar dixebitîn di encama qezayan de jiyana xwe ji dest dan û ji bo gelek bûyerên bi vî rengî em ê di her şert û merci de dengê xwe bilind bikin.”
 
‘LEŞKERAN EZ KUŞTIM’ 
 
Akbaş, pişt re çîroka Kiratli xwend. Bavê Kiratli yê pişt re axivî, Îdrîs Kiratli jî diyar kir ku kurê wî bi awayekî bêsûc hate qetilkirin û beriya ku kurê wî jiyana xwe ji dest bide li nexweşxaneya ku birinê ji wî û polîsan re wiha gotiye: “Leşkeran gule berdan. Ma leşker mirovan dikujin? Tu sûcê min nebû, çima ez kuştim?”
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  
 
ÎZMÎR
 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteyan carekê li dar dixe li ber Sumerbanka kevin a navçeya Konakê pêkanî. Di çalakiya ku gelek kes tev li bûn de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Caner Canli çîroka Kenan Bîlgîn ê di 12’ê îlona 1994’an de piştî ku li Dîkmen a Enqereyê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate wergirtin, parve kir.