Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn

  • rojane
  • 13:57 14 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn û wiha bang kirin: “Em ê xwedî li mîrateya Dayika Berfo derkevin."
 
Dayikên Şemiyê, ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kujer bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk tînin. Di hefteya 1016'an de Dayikên Şemiyê carek din bi qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe yên hatine winda hilgirtin û li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13'yê Îlona 1980'an de hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla xwişka Hayrettîn Eren ê di binçavan de hat windakirin Îkbal Eren ve hat xwendin.
 
DEREWA 'KURÊ WE REVIYAYE'
 
Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Em li cihê ku Berfo û Fatma mayî dipirsin; Cemîl Kirbayir li ku ye? Darbeya leşkerî ya 12'yê Îlona 1980'î li Tirkiyeyê birînên kûr hişt. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12’yê Îlonê yekemîn bûyera windakirina di binçaven de li Qersê pêk hat. Xwendekarê Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê Cemîl Kirbayir ê 26 salî di 13'yê Îlona 1980'an de li mala xwe ya li gundê Okçu yê Erdexanê hat binçavkirin. Cemîl pêşî birin Alaya Leşkerî ya 247'an, piştî ku bi qasî hefteyekê li vir ma, sewqî Midûriyeta Polîsan a Qersê û dû re jî sewqî Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê hat kirin ku weke qereqol dihat bikaranîn. Malbata Cemîl Kirbayir di dema binçavkirinê de timî diçûn qereqolan û pêdiviyên wî bi cih tînin û ji Cemîlê peyamên 'Ez baş im, tiştê ku te şandiye min girt' wergirtin. Lê piştî 8'ê Cotmehê dema malbat çûn girtîgehê ji wan re gotin, 'Kurê we reviyaye, careke din neyên rewşa wî nepirsin'. Giliyên sûc ên bav Îsmaîl Kirbayir û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bê encam man. Êdî ji Cemîl agahî nehat girtin."
 
SEROKKOMAR ERDOGAN JÎ TIŞTEK NEKIR
 
Eren bi bîr xist ku yek ji Dayikên Şemiyê Berfo Kirbayir ê 103 salî ku li Qesra Dolmabahçeyê bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir, serpêhatiyên xwe ji Tayyîp Erdogan re vegot û got "Beriya ku ez bimirim kurê min bibîne". Bi talîmata Tayyîp Erdogan komîsyoneke lêkolînê hat avakirin û amadekarî hatin kirin. Îkbal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev komîsyon raporeke 350 rûpelan pêk tê amade kir û diyar kir ku Cemîl di binçavan de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye. Komîsyonê bi rapora ku amade kiribû re serî li Serdozgeriya Komarê ya Qersê jî da. Lê belê cesareta hikûmetê tunebû ku li hemberî vê sûcê mirovahiyê rû bi rû bimîne. Piştî deh sal şûn de doz bi hinceta demboriyê hat girtin. Serlêdana parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a ji bo betalkirina biryarê hat redkirin. Bersûc û berpirsyarên sûc di pêvajoya edlî de ne hatin cezakirin. 
 
'EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYÊ DERKEVIN'
 
Em ê mîrateya Dayika Berfo û Fatma Kirbayir a ku dest ji lêgerîna hînbûna li aqûbeta Cemîl bernedan, berdewam bikin. Em ê vê mîrateyê biparêzin; Em ê tu carî dev ji lêgerîna Cemîl û mirovên ku hatine windakirin bernedin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Cemîl Kirbayir û kesên di 12'yê Îlonê de di odeyên îşkenceyê de hatin windakirin, daxwaza pêk anîna edaletê bidomînin. Bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere." 
 
Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir piştî daxuyaniyê axivî û diyar kir ku êdî edalet nîne û diyar kir ku heta kiryar bên darizandin û aqûbeta windayan bên aşkerakirin dê li Qada Galatasarayê têbikoşin.
 
Herî dawî li qada ku ji hêla polîsan ve hatî dorpêçkirin ji bo kesên di 12'yê Îlonê de di binçavan de hatin windakirin qerenfîl hatin hiştin.