Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan

  • rojane
  • 14:56 14 Îlon 2024
  • |
img
ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku divê astengiyên li pêş tedawiya girtiyê nexweş Omer Kaya bên rakirin û xwest Kaya bê berdan. 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 523’yemîn de hatin bahev û daxuyaniya çapemeniyê da. Vê hefteyê qala rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Omer Kaya yê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin hate kirin. 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di daxuyaniya li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate kirin de axivî, da zanîn ku li girtîgehan 651 jê giran herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Çevîrmen, bal kişand ku di nava girtiyên nexweş de nexweşên ku nexweşiyên kronik, kezeb, dil û penceşêrê, heta girtiyên pîr ku nikarin bi tena serê xwe bijîn hene lê bi israr nayên berdan. 
 
23 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Çevîrmen, da zanîn ku qasî ku tespîtkirine ji serê sala 2024’an ve herî kêm 23 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: “Herî dawî Abdûlmelîk Okyay ê ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê dihat girtin, roja ku da bê berdan li girtîgehê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.”
 
REWŞA GIRTIYÊ NEXWEŞ OMER KAYA
 
Çevîrmen, pişt re derbarê girtiyê nexweş Omer Kaya de hin agahî parvekirin û da zanîn ku Kaya ji ber pêkanîn cihekar ên li nexweşxaneyê nekarî were dermankirin. Çevîrmen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşiyên wî yên mayînde hene. Nexweşê dil û tansiyona bilind e. Nexweşiya wî ya vertîgoyê heye. Dîsa li çokên wî av kom dibe. Nexweşiyên wî yên fitika piştê û stû heye. Ev nexweşî wî aciz dikin.” Çevîrmen, da zanîn ku Kaya ji ber îşkenceyên ku di salên 1990’an de dîtine destê wî yê rastê seqet maye û ev tişt gotin: “Raporên hemû nexweşiyên wî hene û divê ji bo van her tim dermanan bi kar bîne. Tevî ku ji berdana wî re 9 meh mane jî ne sewqkirina wî ya girtîgehên navçeyan û girtîgehên vekirî tê kirin ne jî mafên wî yên berdana bi şertê kontrola edlî tên bikaranîn. 
 
Rewşa Omer Kaya yê nexweşê giran e birîsk e û îhtîmala ku krîzê derbas bike bilind e. Divê ewilî astengiyên li pêş dermankirina Omer Kaya bên rakirin, pêkanîn cihekar ên li nexweşxaneyê bên bidawîkirin. Divê berdana wî ya bi şertê kontrola edlî were pêkanîn û ji bo dermankirina wî ya di şertên baş de ya li derve li cem malbata wî hewldanên pêwîst bên kirin.”