Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin

  • rojane
  • 15:06 14 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Parastvanên mafên mirovan di çalakiya “Rûniştina F'yê” de ji Îsmaîl Tuzun re azadî xwestin û banga hestiyariyê ji rayedar û cemaweriya giştî kirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê çalakiya xwe ya 651’emîn li pêşiya avahiyê xwe yê komeleyê yê li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hevdteyê de parastvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê di Girtgîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Dermankirin maf e nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş ÎsmaÎl Tuzun bila were berdan” hatin vekirin û diruşmên “Bila girtiyên nexweş werin berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn.  
 
Endama Komîsyona Girtîgehê a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meryem Bars anî ziman ku binpêkirina mafên ên girtîgehan hemû girtiyan mexdûr dike û da zanîn ku sepanên “cihêkar û dijminane” li girtiyên siyasî tên sepandin. Bars da zanîn ku ji ji ber di Girtîgeha Kurkçulerê de lêgerîna nava dev didin ferzkirin,girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. 
 
TEVÎ NEXWEŞIYAN BI TENA SERÊ XWE TÊ RAGIRTIN
 
Da daxuyaniyê de Bars rewşa tenduristî ya Îsmaîl Tuzun ê ev 21 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û wiha got: “Girtî Îsmaîl Tuzun tevî birînên xwe yên ji ber guleyên çekê, gelek perçeyên şarapnelê di laşê wî de hene, pisgirêka wî ya xewê, kîs, made û ûr hene. Di meş û xwarina girtîgehê de zehmetiyê dikişîne. Ji ber di girtîgehê de nayê dermankirin û nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe çareser bike mûhtacî lênêrînê ye. Tevî vê rewşê bi tena serê xwe tê ragirtin.”
 
DERMAN NEDANÊ
 
Bars da zanîn ku ji ber Tuzun ê di têketina girtîgehê de lêgerîna nava dev qebûl nekiriye îşkence lê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Tevî hemû helwdana xwe wî dernexistine revîrê. Ji roja hatiye girtin heya niha tu tetkîk û karêbarên dermankirina wî rêk û pêk nehatine kirin. Lewma rewşa wî ya tenduristî her ku diçe girantir dibe. Nikare bimeşe jî.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Bars bi bîr xist ku Tuzun ji sala 2003’yan ber bi îro ve girtî ye, dermankirina wî tê astengkirin û wiha derbirî: “Em ji bo girtiyê nexweş ê giran Îsmalîl Tuzun û hemû girtiyên nexweş werin berdan û mafên wan ê jiyanê were parastin banga hestiyariyê ji rayedar û raya giştî dikin.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.