Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 15:36 14 Îlon 2024
  • |
img
AMED - 7 kesên ji bo li navçeya Xana Axparê tîmên DEDAŞ’ê protesto kirin hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
7 kesên ku tîmên Şîrketa Belavkirinê ya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku bi cendermeyan re çûbûn gundê Sipyagê yê girêdayî navçeya Xana Axpar a Amedê hatibûn binçavkirin. Derbarê 7 kesan de bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê” kirarî hatin kirin. 5 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên midûriyeta polîsan hatin berdan, du kes jî bi hinceta li dijî cendermeyan derketine sewqî Edliyeya Çinarê hatin kirin. 
 
Her du kesên ku sewqî dozgeriyê hatibûn kirin jî piştî îfadeyan hatin berdan. 
 
Birîna ceyranê ya li 3 malên li gund berdewam dike.