Têlên kevn careke din şewat derxistin

  • rojane
  • 16:28 14 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Li Komexaniyên Bezîrganê ya taxa Adnan Mendesa navçeya Erxeniyê ji ber têlên kevn ên ceyranê, şewat derket. Ji ber şewatê darên fêkiyan ên welatiyan zirar dîtin. 
 
Li Komexaniyên Bezîrganê ya taxa Adnan Mendesa navçeya Erxeniyê ji ber bager li têlên ceyranê yên kevn xist û çirûsk pêkiyan, şewat derket. Şewatê derdorê saet 05.00’an derket û di şewatê de darên hejîr, hinar û gûzan zirar dîtin. Bi mudaxileya tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Erxeniyê şewat hate vemirandin. 
 
Welatî destnîşan kirin ku 2 meh beriya niha jî ji têlên ceyranê şewat derketiye, û dan zanîn ku rayedarên DEDAŞ’ê têl û dîrekan tamîr nekirine. Di heman herêmê de 27’ê hezîranê jî ji ber çirûskan şewat derketibû.