ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 15 Îlon 2024
  • |
img
* Saziyên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bang li hemû jinan kirin ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" hembêz bikin û xwedî lê derkevin û gotin: "Em bi dengê xwe, bi dirûşmeyên xwe û bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan."
 
* Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz diyar kir ku ew ê xwedî li serhildana "Jin, jiyan, azadî" derkevin û li 365 rojan belav bikin û got: "Divê em 16'ê Îlonê diyarî azadiya jinê bikin. Ji bo vê jî divê em bitêkoşin, ji lew re ev felsefe ancax dikare wê rojê watedar bibe." 
 
* Siyasetmedaran diyar kir ku bi êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe, hewl tê dayîn herêm were valakirin û bang li raya giştî ya ronakbîr û demokratîk kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
 
* Welatiyên ku xaniyên wan ji ber dînamîtên ji bo Bendava Sîlvanê ku li Geliyê Godernê tê çêkirin, tên teqandin zirar dîtine, diyar kirin ku ev yek zirarê dide qadên jiyanê û tenduristiya wan jî û bang kirin ku demildest dawî li vê bê.
 
* Welatiyên Agiriyê diyar kirin ku ew ji ber krîza aboriyê nikarin debara xwe bikin û anîn ziman ku sedema vê polîtîkaya îktîdara AKP-MHP’ê ye. 
 
* Dozgeriyê îdianameya derheqê 10 zarokên hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê li Edeneyê protesto kirin îdianame amade kir. Dozgerî îdia kir ku zarok bi “fermana rêxistinê” çalakî li dar xistine û xwest bên cezakirin. 
 
* Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku divê Tirkiye li gorî biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dayî tevbigere û wiha got: “Heke gavan neavêje dê bedela vê ya ji bo Tirkiyeyê giran be.” 
 
* Li Parka Mîmozayê ya Beykoz a Stenbolê dê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan bê lidarxistin. (09.00- 17.00)
 
* Done Kaya ya ku di erdheja navenda wê Mereşê de xizmên xwe winda kiribû, çalakiya xwe ya li Parka Kuguluyê ya Enqereyê bidomîne. (11.30)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê dê bidome. (13.00-17.00)
  
*Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Stenbolê çalakiya “Deng bide azadiyê” were lidarxistin. (14.00)
 
*Komîsyona Firinan a Amedê dê bi daxwaza sererastkirina mercên xebatê li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) çalakiyê li dar bixe. (14.00)