ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 16 Îlon 2024
  • |
img
* Etnomuzîkolog Serdar Canan ku li ser mijara “Selîqeyan” axivî, da zanîn ku selîqe terz ango meqamê gotina stranê ye û got: “Selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî deverê ye û selîqe di muzîka kurdî de bi rêkûpêkbûyîn e.”
 
* Abdulkadîr Kuday û Ergîn Aktaş ku her du jî girtiyên nexweş in û rewşa wan giran e û li Girtîgeha Metrîsê tên ragirtin diyar kirin ku tişta herî girîng ew e ku wan li ser pêya digire “Jiyanek hevrêtiyê ye.”
 
* Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê têkildarî salvegera Komkujiya Sabra Şatilla dê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ
 
 * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê ji bo eşkerekirina encamnameya konferansa rêxistinkirinê ya partiya xwe li navenda partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) ZINDÎ
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê li ber Meclisê berdewam bike. (13.00-17.00)
 
* Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dê bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî meş û daxuyanî bên lidarxistin. (13.00-19.00)