Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 10:48 16 Îlon 2024
  • |
img
ADANA - Li Ceyhanê TIR û dolmîşek li hev ketin. Li gorî agahiyên bi dest ketine di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn. 
 
Li navçeya Ceyhana Edeneyê TIR’a bi plakaya 01 ALJ 044 û dolmîşa servîsê ya bi plakaya 31 C 7065 li derdora rêya bi Herêma Serbest a Yûmûrtalikê li hev ketin. Di qezayê de li gorî agahiyên bi dest ketine 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê, birîndaran rekirin nexweşxaneyên li bajar.