Li gundê Zengokê şewat derket

  • rojane
  • 15:32 16 Îlon 2024
  • |
img
MÛŞ - Li herêma Kelê ya girêdayî gundê Zengok a Mûşê şewat derket. Gundiya got ku şewat piştî dengê topan a ji qereqolê hatî derketiye.
 
Li herêma Kelê ya girêdayî gundê Zengokê ya Mûşê ku di navbera Mûş û Çewligê de dimîne, şewat derket. Şêniyên gund li gorî derfetên xwe mudaxileyî şewatê kirin. Lê ji ber bayî, şewat di demekî kin de li qada daristanê belav bû. Li ser agahdarkirinê, komên agirkujiyê ve jî hatin herêmê û şewat hate vemirandin. 
 
Li gorî agahiyên ji şêniyên gund hatine girtin; ji Qereqola Orixê top avêtiye herêmê û piştî dengê topan şewat derketiye.