Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê

  • rojane
  • 10:52 15 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome. Çakmak, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di  çareseriya pirsgirêka kurd de û got: “Divê dewlet gavên jidil biavêje”. 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara sala 2014’an de cezayê muebbeta girankirî yê bêyî derfeta berdana bişert ê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku qedexeya îşkenceyê sererast dike dît û biryara binpêkirinê da. DMME’yê biryar da ku “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin û ji Tirkiyeyê xwest ku vê rewşa rê li ber vê binpêkirinê vekirî sererast bike. Bi ser re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê tu gav neavêt. Di serî de parêzerên Abdullah Ocalan, gelek rêxistinên maf û hiqûqê ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara DMME’yê bişopîne serlêdan kirin. Di serlêdanan de hat xwestin ku zext li Tirkiyeyê were kirin ku têkildarî “Mafê hêviyê” gavên şênber biavêje. 
 
Di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de nîqaşên nû tên kirin lê destûr nayê dayin Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di 23’yê cotmehê de biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin kir. Abdullah Ocalan, di hevdîtinê de got ku tecrîd didome. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak
 
BIRYARA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak ku demek berê ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kiribû, got ku ji bo “Mafê hêviyê” bi sala ye têdikoşin. Çakmak, bi bîr xist ku ji bo “Mafê hêviyê” were dabînkirin serî li Komîteya Wezîran dane û ev tişt anî ziman: “Ev mijar hem di rojeva parêzerên birêz Abdullah Ocalan de hem jî di rojeva OHD’ê de ye. DMME’yê di sala 2014’an de derheqê birêz Ocalan de biryarek dabû. Divê ji bo cîbicîkirina Mafê Hêviyê bingeheke qanûnî were amadekirin.” 
 
‘TECRÎD NERABÛYE’
 
Çakmak, daxuyand ku di çarçoveya Mafê Hêviyê de ew azadiya Abdullah Ocalan dinirxînin û wiha got: “Lê di halê hazir de tecrîd didome. Di hevdîtinê de birêz Ocalan bi xwe got; ‘tecrîd didome.’ Birêz Ocalan ne dikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike, ne dikare mafê telefonê bi kar bîne, ne bi parêzeran re dikare hevdîtinê bike ne jî dikare nameyan bişîne. Anku di demeke qala mafê hêviyê tê kirin de tecrîdeke giran heye. Jixwe Bahçelî jî bi axaftina xwe qebûl kir ku tecrîd bi destê dewletê tê domandin. Yek du hevdîtinên bi malbat an jî parêzeran re nayê wateya rakirina tecrîdê.” 
 
'LI ÎMRALIYÊ REWŞEKÎ DEFACTO HEYE’
 
Bi domdarî Çakmak bi lêv kir ku îktîdar tecrîdê weke amûreke siyasî bi kar tîne û wiha pê de çû: “Tu bingeheke hiqûqî yê tecrîdê nîne. Lê bi hiqûqê çareser nabe. Ji ber ku helwestekî siyasî ye. Binêrin, Omer Ocalan di demeke cezayê disiplînê li birêz Ocalan hatiye birîn de hevdîtin kir. Lewma em dibêjin hiqûqî nîne. Sepanên li Girtîgeha Girava Îmraliyê, bi mekanîzmayên hiqûqê nayê vegotin. Li wir rewşekî defacto heye ku di hiqûqê de cihê wê tune ye. Rejîmeke derhiqûqî li Girtîgeha Girava Îmraliyê heye. Divê li gorî xalên Qanûna Înfazkirina Cezayê ya hejmar 5271, Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin.”
 
ROLA OCALAN
 
Çakmak, got ku piştî axaftina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî tevahiya medyayê têkildarî Abdullah Ocalan nûçeyan çêdike û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî her kes qala rola birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de dike. Niha li ser pozîsyona DEM Partî, PKK û birêz Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin. Bêguman eşkere ye bê ka çareserî dê çawa be û muxatab kî ne. Dewlet û îktîdar jî dizane. Bes divê gavên jidil biavêje. Divê muxalefet, aktorên siyasî ji bo çareseriyê gavan biavêjin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû