Ji bo mitînga ‘Demokrasî û azadiyê’ derî bi derî xebat meşandin

  • rojane
  • 15:31 15 Mijdar 2024
  • |
img
ŞIRNEX - TJA, DBP û DEM Partiyê li Silopiya û Hezexê ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê “Mitînga Demokrasî û Azadiyê”li dar bixe. TJA, DEM Partî û DBP’ê jî ji bo tevlibûna mitîngê li navçeyên Silopiya û Hezexê yên Şirnexê xebat kirin. Di vê çarçoveyê de esnaf û welatî hatin ziyaretkirin û banga tevlibûna mitîngê hate  kirin. 
 
'EM LI DIJÎ DIZIYÊ DENGÊ XWE DERXÎNIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di dema serdanê de daxuyanî da û got: “Banga me li her kesên dijî qeyûman disekinin ew e ku beşdarî mitînga 17’ê mijdarê bibin. Divê em li dijî xespkirina îradeya gelê kurd dengê xwe bilind bikin. Divê gelê kurd û Kurdistanê li dijî vê diziyê dengê xwe derxîne.”