Cihê mitînga Êlihê hate guherandin

  • rojane
  • 16:27 15 Mijdar 2024
  • |
img
ÊLIH - Amadekariyên mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ku dê Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê li dar bixe qediyan. Cihê mitîngê weke Xaçerêya Dortyolê hate guherandin. 
 
Ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ku dê di 17'ê Mijdarê de li Elihê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bê lidarxistin destûr hat dayîn. Walîtiya Êlihê serlêdana Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê nirxand û biryar da ku mitîng li ser Kolana Amedê li Xaçerêya Dortyolê bê lidarxistin. 
 
Mitîng dê di roja yekşemê saet 13.00’an li Xaçerêya Dortyolê bê lidarxistin.