Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû

  • rojane
  • 13:31 17 Mijdar 2024
  • |
img
AMED - Ji xizmên girtiyan dayika Aklîme Hanas ku bi berxwedana xwe ya di çalakiyên demokrasiyê de tê naskirin, di encama qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bû. 
 
Ji xizmên girtiyan dayika Aklîme Hanas a li Amedê dijî, di qezaya trafîkê de birîndar bû. Dayika Aklîmeyê ku di hemû çalakiyan de cih digire û bûye yek ji sembolên berxwedanê û kurê wê li ser rêya navbera navçeya Licê û Amedê de qeza kirin. Dayika Aklîme rakirin Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û hat zanîn ku rewşa wê giran e û dê were emeliyatkirin. 
 
Xizmên dayika Aklîmeyê diyar kirin ku kontrolên bijîşkan didomin û dê were emeliyatkirin.