Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin

  • rojane
  • 13:49 17 Mijdar 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Welatiyên ji Herêma Botanê ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi rê ketin, piştî astengkirinê ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar dixe. Welatiyên ji Şirnex û Mêrdînê ber bi Êlihê ve ketin rê, li navçeya Kercewsê ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê welatiyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Batmanê” û "Berxwedan xweş doz e” ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin.