ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 18 Mijdar 2024
  • |
img
* Welatiyên beşdarî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê bûn diyar kirin ku tayînkirina qeyûman nîşan dide ku AKP di çareseriya pirsgirêka kurd de ji dil nîne û wiha gotin: “Muxatabê aştiyê, Abdullah Ocalan e.” 
 
* Heverokê Şaxa OHD’a Mêrdînê parêzer Lokman Emen anî ziman ku di çalakiyên protestoyî yên Mêrdînê de welatî bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin û da zanîn ku di bin çavan de gefa êrişa zayendî hatiye xwarin. 
 
* Li gelek bajaran dê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. (10.00-17.00)
 
* Çalakî û xwepêşandanên jinan ên bi boneya 25’ê Mijdarê dê bên şopandin. (11.00-18.00)