Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin

  • rojane
  • 09:03 5 Kanûn 2024
  • |

AMED -  Amediyan daxuyaniyên AKP-MHP'ê yên li ser pirsgirêka kurd bi gotinên "Li aliyekê dibêjin em ê Apo berdin, li aliyê din jî êrişî kurdan dikin" rexne kirin û gotin: "Gelo ew ê bi vî rengî bin pirsgirêka Kurd çareser bikin?" 

Nîqaşên ku ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ve di çarçoveya pirsgirêka kurd de dest pê kirin û piştre jî bi gotinên Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên ku gotibû di navbera wî û Bahçelî de lihevkirinek heye, hatin destpêkirin, dewam dikin. Ji aliyekî ve “çareserî” tê bilêvkirin, ji aliyê din ve berdewamkirina tayînkirina qeyûman li ser şaredariyan û êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
 
Li Amedê Adnan Yalin tayînkirina qeyûman li şaredariyan û nîqaşên "pêvajoya çareseriyê" û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî "manevraya siyasî" nirxand. Yalin got: "Em jî pêvajoya çareseriyê dixwazin û dixwazin gel di nava aramî û bextewariyê de bijî. Lê welat nayê birêvebirin û mirov ne kêfxweş in."
 
'WÊ BI SER NEKEVIN'
 
Siraç Çakir jî da zanîn ku axaftinên MHP'ê yên li ser pirsgirêka kurd ji bo xapandina kurdan hatine kirin û got: "Armanca wan ew e ku ji kurdan rayan bigirin û bibin serokkomar. Bahçelî heta îro dijminê kurdan bû. Niha jî dizanin ku wê partiya wan bikeve, ji ber wê jî tiştekî wiha dikin. Wê di êrişên xwe yên li er Rojavayê de bi ser nekevin." 
 
Hasan Tekîn got ku nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê "polîtîkaya xapandinê" ye û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek partiyên siyasî bi polîtîkayên bi heman rengî hatine ser desthilatdariyê. 
 
Resûl Bedevî jî diyar kir ku desthilatê Tirkiye wêran kiriye û got ku nîqaşên li ser pirsgirêka kurd derew in û Erdogan ji roja ku bûye desthilatdar her tim derewan dike û dijminê kurdan e.
 
Cîhat Alûç ê ku daxuyaniyên desthilatê û hevkarê wî yên der barê pirsgirêka kurd de qaneker nabîne, diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek e ku divê demildest bê çareserkirin.
 
Fesîh Demîrhan diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin û aştî pêk were û got: "Ji aliyekî ve nîqaşên çareseriyê dewam dikin, li aliyê din êrişên ku didomin ne rast in. Xwezî aştî pêk bihata. Kurd û tirk birayên hev in."