Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin

  • rojane
  • 09:20 5 Kanûn 2024
  • |
img

DÊRSIM - Hunermendan destnîşan kirin ku divê ew bi hev re li dijî tayînkirina qeyûman têbikoşin û gotin ku qeyûm xebatên çand û hunerê jî asteng dikin.

Bertekên li ser tayînkirina qeyûmên şaredariya Dêrsimê ya di bin banê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Pulurê (Ovacik) a di bin rêveberiya CHP'ê de ji 22'yê Mijdarê ve dewam dikin. Bertekek din a ji bo qeyûman ji hunermendan hat.
 
 
Hunermend Erdogan Emîr û birayên hev Metîn-Kemal Kahraman, diyar kirin ku qeyûm xebatên çand û hunerê jî asteng dikin û destnîşan kirin ku divê li dijî dagirkeriyê hevgirtin bê zêdekirin.
 
Hunermend Kemal Kahraman diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li cihên ku nikarin dengan werbigirin bi darê zorê bi qeyûman daye desteserkirin û got: “Ev hemû pêvajo bi awayekî derhiqûqî û bêhiqûqî tên meşandin. Jixwe, dewleta ku dibêje 'em dişopînin û qasê pêlavên wan jî dizanin', dikare ji berê de ji şaredarên me re bibêje sûc an jî rewşeke 'neqanûnî' heye yan jî pêşî li hilbijartina wan bigire. Lê armanc ne bi vî rengî ye. Bi awayekî mafyayî şaredariyan distîne, qanûn û rêzikên xwe jî binpê dike. Bi rastî em nikarin behsa hebûna qanûnê û hiqûqê bikin." 
 
Kemal Kahraman da zanîn ku meclisên şaredariyan ji aliyê qeyûm ve hatine xerakirin û wiha got: “Tevî ku pirsgirêkên şaredariyan ên hiqûqî hebin jî, meclîsek hilbijartî heye. Meclisa bajêr dikare yekî nû hilbijêre. Armanc bi temamî desteserkirina neqanûnî ye. Di vî warî de, berî her tiştî, ev prosedur bi xwe neqanûnî ye. Ev kiryareke bi darê zorê û mêtingeriyê ye. Em vê yekê qebûl nakin."
 
XEBATÊN ÇANDÎ TÊN ASTENGKIRIN
 
Kemal Kahraman anî ziman ku şaredarî çand û ziman temsîl dikin û derfetan ji wan re peyda dikin û wiha got: “Dema qeyûm tayinî şaredariyên me tên kirin, kesên ku ji herêmê biyanî ne, tu eleqeya wan pê re nîne û têkiliya wan bi şaredariyan re nîne tînin. Li şaredariyan kursên ziman, xebatên hunerê û koroyêç, şanoya bi zimanê dayikê hebû. Lê midûrên angajmanî yên AKP-MHP'ê yên tayinikirî ewilî van xebatan asteng dikin." 
 
‘DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ ZÊDEKIRIN'
 
Hunermend Metîn Kahraman diyar kir ku şaredarî bi talûkeya tayinkirina qeyûman e rû bi rû ne û wiha got: “Bi vî awayî xebatên cuda yên li şaredariyan an jî xebatên ku ji aliyê desthilatê ve wekî 'talûke' tên dîtin, tên taloqkirin an jî astengkirin. Her çiqas bi fermî qedexeya zimanê kurdî tune be jî, gelek hunermendên kurd û elewî bi qedexeyan re rû bi rû ne. Di ser qeymeqamtiyan re nahêlin salonan bidin. Divê her kes di qada xwe de bitêkoşe û piştevaniyê xurt bike. Dewlet divê êdî guh bide daxwazên kurdan û elewiyan."
 
 
Hunermend Erdogan Emîr jî destnîşan kir ku wê civakên girêdayî heqîqetê rastiyê ji bîr nekin û got ku xwegihandina heqîqetê jî têkoşîn e. Emîr bibîr xist ku qeyûm ne tiştekî nû ne û bal kişand ser kirênên qeyûman ên li dijî çand û hunera kurdî. 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl - Heval Onkol