Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin

  • rojane
  • 09:38 5 Kanûn 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Mûstafa Geylanî ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ji malbata xwe re ragihand ku gardiyan û midûrê girtîgehê li wan “rawesta amadeyî” ferz dikin. 
 
Mûstafa Geylanî ji hêla Gurcistanê ve bi sedema biryara girtina wî heye di 5’ê adara 1999’an de radestî dewleta Tirk hate kirin. Geylanî, bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” û “endamtiya rêxistinê” hate darizandin û ji ewil cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştî cezayê îdamê hatî rakirin, ev cezaye veguherandin cezayê muebbetê. Di dema girtîbûna xwe de Geylanî sewqî gelek girtîgehan hate kirin û li girtîgehê anjiyo bû. Nexweşiya dil a Geylanî hêj didome û niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin. Geylanî li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinan kir. 
 
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHÊ
 
 
Fahîr Geylanî têkildarî hevdîtina bi kekê xwe re axivî û got ku gardiyan û midûreke nû li girtîgehê hatine tayînkirin û piştî vê tayînê televîzyon hatine komkirin û “sekna amadeyî” li girtiyan tê ferzkirin. Fahîr Geylanî wiha got: “Her cara ez bi kekê xwe re diaxivim, li dijî girtiyan nêzikatiyên derexlaqî û dermirovî tên raberkirin. Weke malbat em her tim bi girtiyan re ne. Em van zextan bi tu awayî qebûl nakin.” 
 
Geylanî, wiha domand: “Bêparhiştina girtî û hikûmxwaran a ji mafên mirovan nayê qebûlkirin. Îktîdara AKP-MHP’ê di demeke ku dibêjin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin, zextên ser girtiyan zêde dikin. Ev jî nîşan dide ku ev pêvajo ji bo xapandinê ye. Heke pêvajoyek hebûya ev tişt nediqewimîn. Dê têkoşîna me ya hiqûqî ya ji bo kekê min û hemû girtiyan bidome. Em ê rê nedin van zextan. Tekane daxwaza me, bidawîkirina van binpêkirinan û tecrîdê ye.”