Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne

  • rojane
  • 09:53 5 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Girtiyê bi navê Alî Can Yilmaz dê di 25’ê çileyê de temamiya cezayê lê hatiye birîn temam bike lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê biryar da ku tehliyeya Yilmaz mehekê bê taloqkirin. 

Alî Can Yilmaz li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin. Yilmaz, bi îdiaya ku di çalakiyên protestoyî yên li Esenyurtê de molotof avêtiye hate binçavkirin û di 2019’an de hate girtin. Yilmaz, 6 mehan girtî ma û piştre hate berdan û negirtî hate darizandin. 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi îdiaya “Zirar daye malê cemaweriyê” 2 sal û 4 meh û 3 roj cezayê girtîgehê da. 
 
BIRYARA BAŞHALIYÊ
 
Piştî ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hatî erêkirin, Yilmaz dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê. Ji bo temambûna înfazkirina cezayê hatiye dayin 4 roj mabûn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 16’ê cotmehê de civiya û têkildarî Yilmaz rapora “başhal e” amade kir. Lijneyê, da zanîn ku ji bo “başhaliyê” 45 puan bes in û Yilmaz 57 puan wergirtiye û biryara “Başhaliyê” da. 
 
TEHLIYEYA WÎ ASTENG KIRIN
 
Lê belê lijne di 22’yê cotmehê roja ku dê Yilmaz bihata tehliyekirin dîsa civiya û li gel rapora “başhaliyê” jî bi hinceta “derbasî qawîşa kesên serbixwe nebûye” tehliyeya Yilmaz asteng kir. Lijneyê biryar da ku tehliyeya Yilmaz taloqî 25’3e sibata 2025’an bikin. 
 
'LIJNEYÊ BIRYARA DADGEHÊ TUNE HESIBAND’ 
 
Yilmaz di 23’ê çileya 2025’an de tevahiya înfaza xwe temam dike û balkêş e ku ev ceza ji bo mehek piştre hate dayin. Yilmaz, têkildarî rewşa xwe ji Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî re name şand û wiha got: “Dema em li ser cezayê dadgehê dabû hesab dikin, heke ez tevahiya cezayê hatiye dayin di girtîgehê de bimînim jî hewceye di 23’ê çileya 2025’an de derkevim. Li gorî qanûnan divê piştî vê dîrokê di girtîgehê de nebim. Lê lijneyê biryar da ku mehekê zêdetir di girtîgehê de bimînim. Bi vê biryarê re biryara dadgehê tune hatiye hesibandin. Ev rewş li tu devereke din a cîhanê nîne.” 
 
MA / Mehmet Aslan