Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were

  • rojane
  • 10:24 5 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL- Parêzer Ozlem Gumuştaş got ku divê ‘Mafê hêviyê’ were bicihanîn û xwest ku tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir. 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014an de biryar da ku cezayê muebetê yê giran li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye birîn û bi şertê serbestberdanê ya xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin. DMMEyê ji Tirkiyê xwest ku ji bo encamên binpêkirina ku di çarçoveya ''Mafê hêviyê'' de daye ji holê rake, amadekariyên qanûnî bike. Lê belê tevî ku 10 sal di ser re derbas bûne jî Tirkiyeyê di vî warî de tu gav neavêtiye. Ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan bicih were, rêxistinên maf û hiqûqê, bi taybetî parêzerên wî ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re agadar kirin ku ev yek bi şopandina bicihanîna biryarên DMME’yê tê wezîfedarkirin. Di teblîxatên hatin kirin de hat xwestin ku Tirkiye ji bo mafê hêviyê bi cih bîne, bi pêkanîna rêziknameyên qanûnî yên di vî warî de gavên şênber bavêje.
 
ENCAMA TÊKOŞÎNÊ
 
Endama Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Parêzer Ozlem Gümüştaş, der barê "mafê hêviyê" û nîqaşên dawî de got ku ev maf têgîneke siyasî û hiqûqî ye. Ozlem Gümüştaş diyar kir ku mafê hêviyê bi têkoşîna mafên mirovan û edaletê derketiye holê û li hemberî cezayê darvekirinê yê di qanûnê de hatiye dayîn mafê hêviyê hatiye pêşxistin û wiha got: “Li ser esasê serdestiya jiyanê ya li pêşberî cezayê darvekirinê û parastina mafê jiyanê ji aliyê qanûn û yekîneyên îdarî ve divê bê teşekirin jî, têgîneke ku bi vî rengî hatiye avakirin ku cezayekî bêçare yê mîna mirinê nikare edaletê pêk bîne. Hemû saziyên ku ji bo vê têdikoşin daxwazên ku mafê jiyanê yê şexs ekîbê diparêzin derdixin pêş û heke bi cezayê giran were cezakirin jî divê bi cezayê muebbetê re rû bi rû bimîne ku ew ê dîroka berdana xwe nas bike Di dawiya dawî de li gelek welatan piştî van têkoşînan cezayê îdamê hat rakirin. Di vir de mafê hêviyê bûye mafekî ku di nava sîstema dadgeriyê ya ceza de hatiye dayîn.”
 
 
Ozlem Gumuştaş gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîrxist û wiha got: “Ev li Tirkiyeyê encama têkoşîna li hemberî cezayê îdamê ye. Ji bo têkoşîna ku bi salan e bi taybetî li dijî Birêz Ocalan tê meşandin û di şexsê Ocalan de li ser gelek girtiyên ku mîna wî hatine girankirin tê meşandin, bersivek e.”
 
‘MAFÊ JIYANÊ BI XALEKE DIN HAT GIRTIN’
 
Ozlem Gumuştaş bi bîrxist ku di sala 2002’an de li Tirkiyeyê cezayê îdamê hatiye rakirin û li şûna wê cazeyê muebeta giran tê dayîn û wiha axivî: “Di rêziknameya beriya niha de cezayê herî giran ê piştî cezayê îdamê yê muebetê bû, yanî 30 sal cezayê girtîgehê, 24 sal jî bi şertê kontrola edlî serbest berdanê hatibû sererastkirin. Cezayê muebbetê yê girankirî heta mirinê weke girtîgeh hate pênasekirin. Û di dema ku mirov 36 sal tên pênasekirin de jî rêziknameyek hat pêşkêşkirin ku kesên cezayê vê hukmê li wan hatiye birîn wê ji serbestiya bi şert sûdê wernegirin û ji bo dema înfaza ceza wê li girtîgehên ewlekariya taybet bên hiştin Ev rêzikname binpêkirineke nû ya mafê hêviyê ye. Bû sedem ku mafê jiyanê yê ji aliyê 'Mafê hêviyê' ve hatiye girtin, bi nivîseke din re careke din ji destê şexs bê girtin. Û bi ragirtina kesê di emrekî de ku hêviya derketina ji derve nabîne, ji nû ve mafê jiyanê binpê dike.”
 
JI BO MAFÊ JIYANÊ SERERASTKIRIN
 
Parêzer Gumuştaş got ku divê ji bo pêkanîna ‘Mafê hêviyê’ sererastkirinên qanûnî bên kirin û ev tişt anî ziman: “Di hiqûqê de divê mirov di demên cuda de di çarçoveya 'mafê hêviyê' de bên nirxandin û îhtîmala derketina ji hundir hebe. Her wiha bi xala 'Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) wê fezlekeyên di Qanûna Înfazê de cih digirin bên rakirin. Ev tê wateya betalkirina madeyên ku mafê berdana bi şert a girtiyên mehkûm qedexe dike. Di heman demê de tê wê wateyê ku girtiyên ji 'têkoşîna li dijî terorê' tên mehkûmkirin, bêyî cihêkariyê di dozên ku ji aliyê Desteya Îdarî û Şopandinê ve di qonaxeke diyar a girtîgehê de bên nirxandin. Ji ber ku ev di Qanûna Înfazê de wek maf tên pênasekirin. Divê wekheviya di înfazê de pêk bê.”
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ PÊK WERE’
 
Gumuştaş da zanîn ku nenaskirina mafê hêviyê li dijî rûmeta mirov e û got, “Qanûn ne mecbûr e di dema înfazê de îşkenceyê li şexsekî bike û wî û xizmên wî biçewisîne. Ji bo vê jî divê madeyên ku li gorî mafên mirovan ên gerdûnî tevbigerin werin bicihanîn. Divê Tirkiye jî ji cezayê muebbetê yê giranbûyî pêk neyne. Mînaka vê ya herî berbiçav birêz Abdullah Ocalan û doza wî ye. Cezayê girtîgehê yê heta mirinê hatiye birîn divê di çarçoveya 'mafê hêviyê' de veguhere cezayê muebetê.”
 
‘OCALAN ÎNFAZA XWE TEMAM KIRIYE’
 
Ozlem Gümüştaş destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk were û wiha got: "Ji ber ku ger em di çarçoveya zagon û rêgezên gerdûnî de bifikirin, jixwe înfaza birêz Abdullah Ocalan temam bûye. Lê belê dewleta tirk li dijî vê rastiyê di mijara azadiyê de rast tevnagere û DMME’yê gelek caran dewleta tirk li gorî biryara Ocalan dişopîne. DMME dibêje, 'Ev ceza binpêkirina qedexeya îşkenceyê ya xala 3’emîn a DMME’yê ye. Ji vê derkeve'. Yanî bi rastî jî dîrokeke berdanê nade, lê di heman demê de qala ferzkirina bi zorê ya li ser vî kesî tê kirin ku li derveyî sînorên hiqûqa xwe ya înfazê, bi tecrîdeke mutleq vê hevokê înfaz bike. Ocalan bi salan e bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk neaniye. Bêtêkilî hiştineke şaş a teqez, bê navber heye. Ev yek ji ya ku sîstema înfazê ya tirk diyar dike wêdetir e. DMME dibêje, 'Dest ji vê berdin'. Lê belê dewleta tirk di vê mijarê de bi israr e ku tecrîdeke mutleq ferz bike. Pêwîste ev yek ji holê bê rakirin, mafên bingehîn ên şexsekî bên bicihanîn."
 
PERGALA CEZAKIRINÊ YA LI DIJÎ HIQÛQÊ
 
Parêzer Gumuştaş da zanîn ku li hemberî bêhiqûqiyên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tên gelek caran serlêdan kirine û wiha axivî: “Niha dewleta tirk, rejîma AKP-MHP’ê ji bo Ocalan nîqaşa mafê hêviyê dan destpêkirin. Bêguman mirov dikare sedem û armancên vê nîqaşê di warê siyasî de analiz bike. Lê belê di roja îro de pirsgirêka girîng û bingehîn, bidawîbûna sîstema ceza ya neheq û bêhiqûqî ye ku di çarçoveya mafê hêviyê de tê sepandin e. Di serî de divê azadiya Ocalan pêk were, cezakirina li giravekê û tecrîda mutleq bên bidawîkirin. Xalên ku di Qanûna Cezaya Tirk (TCK) de hatine pênasekirin, rêzgirtina li hemberî mafê jiyanê û ji bo ‘mafê hêviyê’ bibe qanûnî lazime têkoşîn were meşandin. Weke hiqûqhnas em hewl didin van pêk bînin. Ez bang li raya giştî ya demokratîk û şoreşger dikim ku teqez xwedîderkevin û her wiha gotin û kirineke yekgirtî pêk bînin. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglu