Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî

  • rojane
  • 21:42 5 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 34 partî û tevgerên sûriyeyî li dijî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter banga xurtkirina eniya navxweyî li gelê herêmê kirin.
 
Nûnerên 34 partî û tevgerên sûriyeyî yên ji pêkhateyên herêmê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gelhev. Piştî civînê partiyan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.
 
Nûnera Partiya Nûjen û Demokatîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî xwend û wiha got: “Pêkanînên komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê û koçberkirina wan a bi armanca guhertina demografiya herêmê digihêje asta sûcên şer.”
 
Heyfa Mehmûd îşaret bi helwesta hikumeta Şamê jî kir û diyar kir ku heke hikumeta Şamê bersiva banga diyalogan a bi Rêveberiya Xweser û aliyên demokratîk a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane dabûya, ev bûyer çênedibûn.
 
Partî û hêzên siyasî di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ew amadene ku bi QSD’ê re herêmê biparêzin.
 
Her wiha partiyan piştgirî dan seferberiya giştî û ev bang li gel kirin: “Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar be, ji her geşdanên muhtemel re amade bin. Tev li Hêzên Parastina Civakî bibin, hêzên me yên leşkerî bi enerjiya ciwanan û pisporiya leşkerî û meydanî pêş bixin, eniya hundirîn asê bikin û li hemberî şerê taybet bisekinin.”
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê li kêleka saziyên Rêveberiya Xweser û Maseya Krîzê erka xwe ya pêşwazîkirin û bicihkirina koçberan pêk bînin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin: “Erkên xwe li hemberî sivîlên bi darê zorê hatine koçberkirin bi cih bînin. Her wiha em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi serokatiya Amerîka û Federasyona Rûsyayê dikin ku nehêlin komên terorîst û Tirkiyeyê, Sûriyeyê dagir û parçe bikin. Em teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî dikin.”
 
Partî û tevgerên ku daxuyanî dane ev in:
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Kesk a Demokratîk
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partî Demuqartî Kurdistan-Sûriye
Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye
Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Sûriyeya Pêşerojê
Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
Partiya Nûjen a Kurdistanê
Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê
El Heyet El Weteniya El Erebiya
Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê
Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd-Sûriye
Partiya Çeksaziyê-Sûriye
Partiya Asûrî ya Demokratîk
Partiya Roj a Biratî ya Kurdistanî
Tevgera Civaka Demokratîk
Kongra Star
Partiya Muhafazekaran
Partiya Têkoşîna Demokratîk
Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
Heyet Tensîq El Weteniya-Tevgera Guhertin a Demokratîk
Partiya Yekitiya Suryan
Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye (El Partî)
Partiya Yekitiya Demokratîk li Sûriyeyê (Yekitî)
Şepêla Çep a Şoreşgerî li Sûriyeyê
Partiya Sûraya
Partiya El Weten a Sûriyeyê