Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin

  • rojane
  • 10:14 6 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Bi hincetên “Fikrên wî û yên Abdullah Ocalan wekhev in” û “poşman nîne” tehliyeya Adnan Çelebî ê 30 sal in girtî ye, hate taloqkirin. 

Adnan Çelebî li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin û tehliyeya wî ya bişert, bi hinceta “poşman nîne” ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hate taloqkirin. Çelebî, di 14’ê îlona 1994’an de li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê hate binçavkirin û girtin û di 14’ê cotmeha 1994’an de jî bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. 
 
Dema li girtîgehê dihat ragirtin, gelek caren bêyî daxwaza xwe sewqî gelek girtîgehan hate kirin û herî dawî Çelebî di 17’ê Adara 2022’yan de ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê hate kirin. Diviyabû Çelebî di 11’ê Îlonê de bihata berdan lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wî dirêj kir. Hincetên weke “Bi Abdullah Ocalan re hemfikir e”, “Ji ber tiştên kiriye poşman nîne” û “PKK’ê weke rêxistina terorê nabîne” tehliyeya wî hate taloqkirin. 
 
MIJAR BÛ ROJEVA MECLISÊ
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî rewşa Çelebî, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Adnan Çelebî 30 sal dema înfaza xwe temam kiriye û di 11.09.2024’an de derxistin pêşberî Lijneyê. Girtî, li ser kursiyeke plastîk a pir nizm ku li hemberî maseyê bû û ji endamên lijneyê pir li jêr dima hate rûniştandin. Bi vî awayî ji ewil biçûk xistin û xwestin bi zexta psîkolojîk bixin pêvajoya nirxandinê. Lijneyê, xala 25’emîn a Destûra Bingehîn ku dibêje ‘Sedem û armanc çi dibe bila bibe, nabe ku zext li kesekî were kirin ku fikr û qenaetên xwe bibêje û ji ber vê jî nayê şermezarkirin.’ binpê kir û pirsên li dijî vê hukmê kir. Piştî bersivên Çelebî, înfaza wî hate taloqkirin.” 
 
Di serlêdanê de hate gotin ku lijneyê zext li Çelebî kiriye û ev pirs jê kiriye: 
 
“*Te li girtîgehê rojên xwe çawa derbas kir?
 
*Heke tu li derve bî dê çi bikî?
 
*Di van 30 salan de çi guherî, gelo tu poşmanî? 
 
*Baş e, te çima xwest vê pirsgirêkê bi rêya kalaşnîkovê çareser bikî? 
 
*Dema derketî heke kesekê di nava rêxistinê ji te re got ‘were bi me re bixebite’ gelo dê çi jê re bibêjî? 
 
*Tu derheqê Abdullah Ocalan de çi difikirî?”
 
Newroz Uysal Aslan, îtîraza Çelebî ya li dijî biryarê ji bo Dadgeriya Înfazê jî li serlêdanê zêde kir. Di heman demê de têkildarî mijarê pêşnûmepirs da Serokatiya Meclisê. 
 
MA / Omer Gungor