Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da

  • rojane
  • 11:28 6 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa xwe da û ji bo her 4 bersûcan cezayê muebbeta girankirî xwest. 

Di doza qetilkirina zarok Narîn Guranê (8) de ku di 21’ê Çileyê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û di 8’ê îlonê de cenazeyê wê hate dîtin, dozger mutalaa xwe ya pêşkeş kir. 
 
Ji parêzerên dozê Nahît Eren da zanîn ku dozger ji bo her 4 bersûcan cezayê muebbeta girankirî xwest. Eren, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Dozgerê Komarê, ji îro ve têkildarî dosyaya NARÎN’ê ya li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozgeriyê di mutalaayê de ji bo her 4 bersûcan Cezayê Muebbeta Girankirî xwest. Di 26’ê Kanûnê de ji bo bibêjin ji bo Narînê Edalet, em ê li eywana 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran bin.”